Arşîv

Lêkirina gundê Jin War wê nêzîk bi dawî bibe

Sazî û rêxistinên jinan ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dest bi xebatên lêkirina yekem gundê teybat bi jinan bi navê Jin war kirin. Xebatên lêkirinê di 10’ê Adara sala derbasbûyî de hate destpêkirin.

Jinan dest bi xebatên lêkirina xaniyên ji axê û çimento kirin. Heta niha jinan xebatên lêkirina 22 xaniyan bi dawî kirine, li gorî pîlana wan dê 30 xanî di gund de werin lêkirin.

Jin her wiha pîlan dikin ku dibistanek asta seretayî di gund de çêbikin, wê mamosteyên wê jî ji jinên di gund de jiyan dikin de bin. Tê payîn ku navê dibistanê jî bikin “Dayîk Uwêş” li ser navê Dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan.

Jin her wiha pîlan dikin ku navendeke tenduristiyê li gund vebikin, di wê navendê dewê dermankirina bi gîhan were pêşxistin, her wiha tê pîlankirin ku akademiyek bi navê “Jin War”di gund de were vekirin.

Di heman demê de wê muzxaneyek biçûk jî li gund were vekirin. Jin projeya xwe bi baxçeyên çandiniyê û firneyên ku bi rêveberiya jinan vekirin, fînase dikin.

Jin War yek ji gundên  jinan li ser asta hemû cîhanê ku ji bo jinên hevjînê wan mirin, hevjînên şehîdên Bakurê Sûriyê û Rojava ku malên wan nîn e re hatiye vekirin.

Li gorî jinên rêveberiya lêkirina gund dikin wê xebatên lêkirinê di demeke nêzîk de bi dawî bibe.

(dc)

Back to top button