Arşîv

Dr. Ulviye Gunay: Divê em ‘na’ fêrî zarokan bikin

 Dr. Ulviye Gunay diyar kir ku zarok di vegotin û îfadekirina îstîsmarê de zehmetiyan dikişînin û di mijara guherîna tevgerên zarokan de malbat hişyar kirin. Ulviyeyê  destnîşan kir ku divê hemû malbat zarokên xwe hînî ‘na’ bikin.
Tevî ku îstîsmara zarokan her diçe zêde dibe jî siyasetmedar ‘qanûna xesandinê’ pêşniyar dikin. Li gorî raporên Platforma ‘Em ê Kuştinên Jinan  Rawestînin’ di meha ewil a 2018’an de 147 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine. Seroka Beşa Zanista Nexweşiyên Zarokan a Zanîngeha Înonu ya Meletiyê Ulviye Gunay diyar kir ku îstîsmara zayenî xisarek mezin dide derûnî û laşê zarokan û bang kir ku divê malbat ‘na’ fêrî zarokên xwe bikin.
‘Li guherîna tevgerê baldar bin’
Ulviyeyê destnîşan kir ku piştî tespîtkirina îstîsmara zayendî şûnde tişta ewil bê kirin ev e ku divê ewlehiya laşî ya zarok bê girtin û bixin bin parastinê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zarokên rastî îstîsmarê hatine di bertekên laşî û derûnî de nîşan didin. Zarok bi şev bi xwe dimîzin, bi şev kabusan dibîne û  tevgerên zayendî yên ne li gorî temen nîşan didin. Her wiha zarokên rastî îstîsmarê tên di wêneyên xêz dikin û lîstikên dilîzin de tiştên jiyane vedibêjin.”
‘Zarokan guhdar bikin’
Ulviyeyê di berdewamiyê de got zarokên rastî îstîsmarê hatine li dijî hebûna wan gef li wan hatiye xwarin û wiha pê de çû: “Ev tehdîd rê li ber travmayek mezin vedike. Divê zarok neyê darizandin bê guhdarkirin. Divê bûyerên îstîsmarê ji aliyê çapemeniyê ve jî bi baldariyek mezin bê dest girtin û nav û wêneyên zarokan veşartî bê girtin.
Dikare çi bê kirin?
Ulviyeyê di mijara parastina zarokan de balkişand ser van esasan:
*Divê  fêrî zarokan bê kirin ku beden aydê zarokan e, taybet e û kes bi zorê nikare dest bidê.
*Divê ‘na’ fêrî zarokan bê kirin.
*Divê tevgerên baş û xerab nîşanî zarokan bê kirin.
*Divê têkiliya navbera dê, bav û mamosteyan de her tim vekirî be. Di van têkiliyan de mamosteyên polê û rehberê dikarin rola xwe bilîzin.
*Divê zarok bê guhdarkirin û fêmkirina hestên wan bidin hîskirin. Divê destûr bê dayîn ku zarok azad biaxivin.
*Divê hesta bawerbûnê bidin zarok.
*Divê zarok bêyî bertekên zêde bê nîşandan, bê guhdarkirin.
Back to top button