Arşîv

Jin projeyên nû pêş dixin

Bi armanca pêşxistina hişmendiya koopertîfan di civakê de Komîteya Aborî ya Jin hemleya “Çalak kirina koopertafan di komînên Xweserde” beriya 4 mehan dest pêkirin bûn, li hin bajar û gundan projeyên nû hatin avakirin.
PÊNGAV BERDEWAM DİKE
Rêveberiya Navenda Aboriya Jin a Rojava Horî Şemdîn diyar kir ku wan ser daxwaz û pêşniyarên jinan û li gorî pêwîstiya herêmê dest bi avakirina projeyên nû kirin û got: “Hemleya li bajarê Dêrikê bi dawî bûye lê li Til Koçer berdewam dike.”
Horî anî ziman ku di civîn û semînerên ku hatin li darxistin de gelek pêşniyar hatin kirin û wiha dewam kir: “li Amûdê û Dirbêsiyê pirojeyên avakirina firinê hatin pêşxistin. Li Tirbespiyê ji bo gundên bê elektrîk pêşniyara projeya jenetorê hate kirin û me ev yek jî bi cih anî. Her wiha jinan hin pêşniyarên projeyên weke nanê sêlê, çêkirina destaran, kirin. Dîsa derbarên projeyên kooperatîfan de li gelek gundan rêze civîn û semîner hatin lidarxistin.”
Horî Şemdîn bal kişand ser jinên gundê Girkê Dijwêr û got: “Dema ku me civîn li wî gundî li darxist û li ser kooperatîfan nîqaş kir, matmayî man û gotin: “Em bi vê proje û rêxistinê nehisiyane”, ji bo wê jî wan jinan pêşniyar kirin da ku pêşxistina hişmenidya jin û aborî pêşbikeve di vê derbarê de daxwaziya civîn û semînerên kirin. Em wek Navenda Aborî û Kongreya Star serdana li gundan zêde bikin.”

Back to top button