Arşîv

Mala Jinê li Dêrazor cihê çareserkirina pirsgirêkên jinan e

Piştî herêma Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, Mala Jinê hate vekirin û li vir êdî pirsgirêkên jinan têne çareserkirin. Heta niha 200 dozên jinan hatine çareserkirin.

Piştî ku hêzên QSD’ê herêmên bakurê Çemê Firatê ya herêma Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de rizgar kirin, li herêmê xebatên rêxistinkirinê hatin destpêkirin.  Pê re jiyana jinên herêmê ku piraniya wan ereb in hate çareserkirin. Jinên Dêrazorê ji ber çeteyên DAIŞ’ê ji derketina male bê par bibûn, li ser wan cilên reş hatibû ferizkirin. Her wiha rastî lêdan, êşkence û destdirêjiyê dihatin.

Lê niha û piştî herêm ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate rizgarkirin, êdî jin jiyana xwe ya asayî pêk tîne. Di 15’ê çileya sala 2017’an de li herêma Cezrat navenda jinan hate vekirin. Di navendê de komîteya lihevanînê ya girêdayî Mala Jinê pirsgirêkên jinan çareser dikin.

Jin di Mala Jinê de perwerdeya bîrdozî dibîn in, da ku mafê jinê nas bikin û jiyana xwe bi rêxistin bikin.

Ji dema Mala Jinê li Dêrazorê hatiye vekirin û heta niha 250 dozên jinan hatine ber destê wan, ji wan 200 hatine çareserkirin, her wiha hîn 50 doz jî têne lêkolînkirin.

Derbarê mijarê de Endama Rêveber a Mala Jinê ya herêma Cezrat Ayşa El-Nehar ji ajansa me re axivî û û got ku jin di dema ku çeteyên DAIŞ’ê herêmên wan dagirkiribûn rewşeke jiyanî ya zehmet jiyan dikir û wiha dom kir, “Lê piştî ku şervanên QSD’ê herêm rizgar kirin, jin bi coş û heyecanek mezin tevlî hemû qadên jiyanê bûne. Di komîn û meclîsan de wekî hevserok kar dike, di hemen de di xebatên siyasî û leşkerî jî de rola wê aktîf e.”

Mala Jinê li kêleka xebatên perwerdeyê û pêkanîna kar û çareserkirina pirsgirêkan, serdana malbatên şehîdan dike û alîkariya bi malbatên xizan re dike, her wiha alîkariya jinan dike da ku projeyên taybet bi jinan vebikin.

Eyşe her wiha da zanîn ku armanca wan ji vekirina Mala Jinê ew e ku jin zane bibe û rola xwe ya asayî di nava civakê de pêk bîne.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27