Arşîv

Jinên Tiltemirê:Li dijî zilma dagirkeran divê em aboriya xwe geş bikin

Jinên Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo aboriya xwe geş bikin li zeviyan dixebitin û dibêjin ku ji bo jin mafên xwe yên rewa bikaribin biparêzin divê di warê aboriyê de xwe pêş bixin.
Jinên Til Temirê ya Rojavayê Kurdistanê bi keda xwêdana eniya xwe ji bo debara xwe bikin, li zeviyan dixebitin. Jinên ku li zeviyan bi kedeke mezin rojê 10 saetan dixebitin, gotin:”Em ji axa xwe û ji bajarê xwe gelek hez dikin. Ji bo em li ser lingên xwe bisekinin û rê li zilma dagirkeran bigirin divê em hem di warê aboriyê de hem jî ji her alî xwe pêş bixin.”
Jina bi navê Hesîna Ehmed anî ziman ku ew li dijî qirkirina siyasî jî aboriya xwe geş dikin û wiha got:”Em evîndarê ax û welatê xwe ne. Ji ber ku axa me bi bereket e, neyar tim êrîşî me dikin û dixwazin qirkirina çandî û siyasî tim li dijî me pêk bînin. Loma divê em li dijî qirkirina siyasî û çandî aboriya xwe jî geş bikin.”
‘Jin xwedî kedek dîrokî ye’
Hesîneyê anî ziman ku jin jêderka xwezayê ye û wiha dewam kir:”Ger jin bi xwazêyê re eleqedar nebe dê bi hêsanî berhem neyê komkirin û pêdiviyên civakê dê bi hêsanî neyê pêşwazîkirin. Loma jin divê her bi xwezayê re têkildar be.”
‘Divê em ji axa xwe hez bikin’
Hesînayê diyar kir ku ew ji axê feyzê digirin û got:”Divê berî her tiştî em ji axa xwe hez bikin û li axa xwe xwedî derkevin. Ger em ji axa xwe hez nekin em ê nikaribin debara xwe jî bikin. Ji ber ku jin ji axê hez dike û ji axê feyzê digire her dem jin çalak û jêhatî ne. Ji bo em rê li ber zilma dagirkeran bigirin jî divê em ji axa xwe hez bikin, li axa xwe xwedî derkevin û aboriya xwe geş bikin.”
Back to top button