Arşîv

Nejbîr Teyar Xebatê Salek Ya Bûroya Têkliyên Dîplomasî Nirxand

Rêvebera Bûroya Têkîliyên Dîplomasî ya Kongra Star Nejbîr Teyar anî ziman ku wan gelek projeyên xwe di sala 2016’an de xistine meriyetê û got ku asta xebatê wan guhertinek daye avakirin.

Rêxistina Kongra Star a Kantona Kobanê di 2016’an de Lijneya xwe ya Dîplomasî ava kir. Ev Lijne jî lingekî sereke yê xebatên Kongreya Star e. Têkildarê xebatên lîjneyê ya salekê de Rêvebera Bûroya Têkiliyên Dîplomasî a Kantona Kobanê Nejbîr Teyar diyar kir ku Bûroya Têkiliyên Dîplomasî roleke giring ên xebatên Kongra Star girtiye ser milên xwe û wiha got: “Lijne têkiliyên di navbera gel û saziyan de, her wiha bi derve re xurt dike. Di destpêka avakirina navendê de, me serdana saziyên Kantona Kobanê û yên derveyî kantonê weke Girê Spî, Minbic û Sirîn kirin.”

‘Me dosyên taybet li ser jiyana jin amede kir’

Nejbîrê bal kişand li ser projeyên ku di sala 2016’an de pêk anîne û wiha domand: “Me kar û xebatên giring di vê salê de pêkanîn. Yek jê Kampaniya imzeyan a ji bo Zeyneb Celaliyan û kampaniya imzeyan ji bo azadiya Rêber Apo me bû. Me xebatên xwe yên qadên din jî aktîv kirin. Niha me li Girê Spî aktîv kiriye. Di rêze çalakiyên me de semînerên li ser tundiya li ser jinê jî hatin dayîn. Me li Girê Spî semîner ji hemû pêkhatiyan re çêkir. Paşê me pêşengehek jî li wir vekir. Di pêşengehê de wêneyên ku tê de jin rastî şîdetê tê hatin nîşandan. Me dosyayek li ser komkujiya Kobanê amede kir. Dosya li ser koçberên Minbicê, û dosyayek taybet li ser jiyana jinê di Kantona Kobanê de berî û piştî şoreşê.”

Bi heyetên derve re hevdîtin pêk hatin

Nejbîrê dest nîşan kir ku hin heyetên jiderve serdana Kobanê kirin da ku kar û xebatên wan bibînin û wiha axivî: “Çend heyet ji Hollanda û saziyên derve hatin serdana me kirin û kare me şopandin. Her wiha hevdîtin di navbera me û Rêxistina Bijîşkên Sînornenas de pêk hatin.”

‘Em ê xebatên xwe li Sirîn û Minbicê jî pêş bixin’

Nejbîrê bi lêv kir ku heya astekê projeyên wan ên salê pêk hatine û wiha dirêjî da gotina xwe: “Projeyên me yên sala 2016’an baş derbas bûn. Me gelek proje ji bo sala 2017’an jî danîne pêşiya xwe. Her wiha me niha plansaziyek daniye pêşiya xwe ku em serdana koçberên Reqa, Eyn Îsa û Til Semin bikin û dosyayek li ser wan amade bikin. Me plansaziya xurtkirina xebatên xwe li Sirîn û Minbicê daye pêşiya xwe.”

‘Em ê bi rihê berxwedanê û jina azad pergala federaliya demokratîk biser bixin’

Nejbîrê di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku xwedî vîna xwe derên û ev tişt li gotina xwe zêde kir: “Divê jin xwedî li mafê xwe derkevin û rola xwe di civakê de bilîzin. Em ê bi rihê berxwedanê û jina azad pergala federaliya demokratîk biser bixin.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27