Arşîv

Ji Kongreya Star daxuyaniya piştgiriya Berxwedana Serdemê

Endamên Kongreya Star ên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê daxuyanî li ber Komîngeha Şerdan a li taxa Rojhiat a Dirbêsiyê xwendin. Daxuyanî ji aliyê Mamosteya Zimanê Kurdî Leyla Bekir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê hemû jinên Kurdistanê li derdora Berxwedana Serdemê kom bibin û derkevin meydanan û bi hemû hêza xwe piştgiriya Berxwedanê bikin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşan kirin ku jinên Bakurê Sûriyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û dagirkiriya Tirkiyê berxwedan ragîhand û wiha hate gotin: “Efrîn bûye sembola Berxwedanê, Di berxwedanê de bi sedan şehîd bûne.Em wekî jinên Navçeya Dirbêsiyê piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Serdemê de nîşan didin.”

Back to top button