Arşîv

Jinên Serêkaniyê ji bo Efrînê meşiyan

Bi armanca piştgiriya gelê Efrînê Kongreya Star a navçeya serêkaniyê bi tevlîbûna gelê bajaroka Zirganê û gundewarên wê meşek li dar xist.

Li navçeya Serêkaniyê ya girêdayî Kanatona Hesekê di bin dirûşmeya “Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê û berxwedanê bilind bikin” bi beşdariya jinên bajaroka Zirganê û gund gundewarên wê meşek hat lidarxistin. Meş ji Navenda Çand û Hunerê dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Şehîdan ve herikî.

Meşvanan pankartên ʺHer der Efrîn e her der berxwedan eʺ, ʺEfrîn wê bibe gora faşîst Erdoxan” û wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha wêneyên şehîdên Efrînê hildabûn.

Li Qada Şehîdan meş veguhet mitîngê û deqeyek rêz hat girtin. Piştre Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yusif axivî û wiha got, “Silavên germ ji JPJ/YPGʹê re û berxwedana gelê me ku heta niha di eniyên pêş de berxwedaniyeke mezin li dijî dagirkeriya Tirk didin meşandin. Jinên Efrînê yên berxwedêr jî beşdarî qadên berxwedanê dibin û bi hemû hêza xwe hewl didin Efrînê û herêmên wê rizgar bikin. Ji ber ku para mezin a êşê ya jinê ye. Sîstema Federal mafên tevahî gelên herêmê diparêze û mafê jinê esas digire.ʺ

Hediye anî ziman ku Efrîn sembola keda jinê û wiha domand, ʺJin di şoreşê de rola herî girîng dilîze û di xebatên birêxistkirina civakê pêşengiyê dike.ʺ

Derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Kantona Efrînê jî Hediye wiha got, ʺDewleta Tirk bi van êrîşan azadiya gelê Efrînê û sîstema Federaliya Demokatîk hedef digire. Banga me ji civaka navneteweyî re heye ku zextê li ser Tirkiye bikin ku ji Efrînê derkeve. Berxwedana me berdewame, em axa Efrînê ji dagirkeriyê azad bikin.ʺ

Meş bi dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ bi dawî bû.

Back to top button