Arşîv

Kongreya Star banga serhildanê li tevahî jinên cîhanê kir

Daxuyaniya Kongreya Star ku li taxa Xerbî ya bararê Qamişlo hatî xwendin, wiha ye:

ʺBajarê Efrînê rastî êrîşeke hovane ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê. Bajarê Efrînê bû sembola berxwdana li dijî dagirkerî û faşîzmê.  Di encama êrîşên dagirkeriyê de bi sedan zarok, jin û kal şehîd bûn. Li hember vê yekê civaka navneteweyî bêdeng bû û çek ji dagirkeran re peyda dikin.

Jin di şoreşa Rojava de beşdarî hemû qadên şerê li dijî DAIŞʹê û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bû.

Ji ber tirsa komkujiyan 200 hezar gelê Kantona Efrînê neçar man ku warê xwe terk bikin û berê xwe dan Kantona Şehbayê. Gelê me li koçberiyê jiyaneke zehmet dijî. Em  bi îsrar têkoşîna xwe didomînin û xebatên piştgiriya Berxwedana Serdemê di pêvajoya duyem de didomînin.

Divê jin li tevahî cîhanê çalakiyên xwe bidomînin, da em zextê li ser rêxistinên navneteweyî bikin ku kiryarên kuştin û qirkirinê yên ku dewleta Tirk li dijî gelê me pêk tîne, rawestîne.ʺ

Back to top button