Arşîv

Şandeya Fransî; Em ê hemleya Kongreya Star bi cîhanê re parvebikin

Endama Şandeya Fransî, Endama Meclîsa Herêma Auvergne Rhône Alpes (Drôme)  û Skretera Partiya Çep Corinne Morel Darleux  diyar kir ku ew ê hemleya Konreya Star a “Jin ji bo Efrînê rabin ser piya û berxwedanê bilind bikin” bi cîhanê re parve bikin.

Şandeya Franssî ya ku ji bo pişgiriya hemleya “Jin ji bo Efrînê rabin ser piya û berxwedanê bilind bikin” a ji aliyê Kongreya Star ve hatî destpêkirin derbasî Qamişlo bûn. Şandeya ku ji Endama Meclîsa Herêma Auvergne Rhône Alpes (Drôme)  û Skretera Partiya Çep Corinne Morel Darleux, sê rojnamevan Alîs Sîrano, Îram Trong û Viyolîn Vîrma pêk tê destpêkê serdana Navenda Kongreya  Star a herêma Cizîrê ya li bajarê Qamişlo kirin.

Berdevka Kongreya Star a Herêma Cizîrê Evîn Siwêd, rêveberên Komîteya Têkiliyên Dîplomasî Fîdan Seydo, Mekiye Hiso û Firyal Hesen şande pêşwazî kirin. Evîn Siwêd û endamên Komîteya Têkiliyên Dîplomasî bi şandeyê re civînek li darxistin. Di civînê de şandeyê agahiyên di derbarê xebatên Kongreya Star ên ji bo perwedekirin, parastin û xwedîderketina li jinan, rewşa jinên Rojava û Bakûrê Sûriye yê, di nava şer de rewşa jinan,  rêxistinkirina hemleya Kongreya Star  û zagonên jinan standin. Li ser van mijaran nîqaş hatin rêvebirin.

 ‘Yek ji xalên em anîn Rojava bihevre jiyankirina pirçandî bû’

Endama Meclîsa Herêma Auvergne Rhône Alpes (Drôme)  û Sekretera Partiya Çep Corinne Morel Darleux armanca hatina xwe ya ji bo Rojava ji ajansa me re (ANHA) re diyar kir ku yek ji sedemên hatina wan a Rojava ya herî bingehîn bihevre jiyanirina pirçandiye û di heman demê de bi hevrebûna Femînîzim, Sosyalîzim û Ekolojiyê ye. Corinne destnîşan kir ku di heman demê de ji ber Partiya Çep partiyên kurd nêzîkî xwe dibine û diparêze. Corinne got ku projeya wan a herî dawî jî lidijî derketina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bû û gotinên xwe wiha bi dawî kir, “Ev du sal in em li benda riya hatina Rojava ne. Niha şansê me yê hatinê çêbû, em li ser navê Partiya Çep ji bo vê hemleyê li vir bişopînin û tiştên tên jiyankirin bi cîhanê re parvebikin.”

Piştî hevdîtina şandeyê bi Kongreya Star re, dê şande serdana PYD, YPJ, Gundê Jinwar bikin. Dê şande piştî serdanên li herêma Cizîrê derbasî Kobanê bibin, di heman demê de li gorî derfetan di plana wan de serdana gelê Efrînê yê li Şehba dimînin heye.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27