Arşîv

Modela çareseriyê li Bakurê Sûriyeyê ye

Henîfe Hisên

Hêzên ku li ser Sûriyê bi bandor in, ji ber ku rastiyekê piştguh dikin, nikarin ji pirsgirêkên Sûriyê re çareseriyê bibînin. Ev yek jî dihêle ku pirsgirêkên Sûriyê hîn jî girantir bibin. Heta ku di civînên çareseriyê yên ji bo Sûriyê de rastiya gelê Kurd neyê dîtin, her hewldana ku bê kirin ji serî ve pûç e. Ev yek di her sê civînên Cenevreyê de hat ceribandin û encam li ber çavan e.

Niha jî Rûsya piştî civîna li Moskovayê hewl dide ku ji bo tevahiya pirsgirêkên li Sûriyê çareseriyê bi pêş bixîne. Rûsya di vê çareseriyê de rolekê dide dewleta dagirker a Tirkiyeyê jî. Di çi projeyên ku ji bo çareseriya Sûriyê de bi pêş bikevin yekser yan jî ne yekser, rolek ji bo dewleta Tirkiyeyê bê dayîn, divê bê zanîn ku ew proje bi ser nakeve. Ji ber vê jî di serî de em dikarin bibêjin ku aqûbeta vê hewldanê jî wê weke civînên Cenevreyê be. Lewma dewleta dagirker a Tirk polîtîkaya xwe li ser dijminantiya gelê Kurd ava kiriye. Di her fersendê de vê dijminantiya xwe tîne ziman û êrîşî xaka Rojava dike. Ji bo ku destketiyên Rojava têk bibe, çi ji destê wê tê dike û bi her awayî piştgiriya çeteyan dike. Herî dawî Erdogan dibêje, ew ê nehêlin li ser sînorê wan dewleteke Kurd bê avakirin. Her çiqas Erdogan baş dizane ku projeyeke wisa ya rêveberiya xweser a Rojava tune jî dîsa van gotinan dibêje. Çunkî bi van gotinan dixwaze li Tirkiyeyê pêla şovenîzmê bilind bike û bi vî rengî karibe bi rehetî daxwazên xwe pêk bîne û bigihîje armancên xwe.

Yek jî bi zihniyeta netewe dewletê pirsgirêkên li Sûriyê nayên çareserkirin. Rejîma Sûriyê jî eger ew ê bi zihniyeta netewe dewletê tevbigere, rastiya gelên li Bakurê Sûriyê û rastiya rêveberiya xweser nebîne, ew ê nikaribe çareseriyekê pêk bîne. Ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyê divê rejîma Sûriyê di serî de zihniyeta xwe biguherîne û di vê çarçoveyê de nêzî pirsgirêkan bibe. Ev nebe, her hewldan tenê wê zêdetir bibe sedema êşan û wêranbûna Sûriyê.

Ji bo çareseriyeke li Sûriyê kîjan hêz dixwaze xwedî rol be, divê di serî de rastiya li Bakurê Sûriyê qebûl bike. Ew modela li Bakurê Sûriyê, aramî û wekheviyeke çawa bi pêş xistiye, tê dîtin. Di roja îro de gelên li Bakurê Sûriyê bi paradîgmaya neteweya demokratîk bi hev re xwe bi rêve dibin. Ev çend sal in ku gelên Kurd, Ereb, Asurî, Suryanî, Ermen, Tirkmen û Çerkez nîşan didin ku ti pirsgirêka gelan bi hev re tine. Ev modela çareseriya gelan ji bo Sûriyê û tevahiya Rojhilata Navîn jî modela herî guncaw e.

Her wiha tiştekî din hat îspatkirin ku bi tenê gel dikarin çareseriya xwe pêk bînin. Ji hin hêzan hêvîkirina çareserî, ew e ku mirov pirsgirêkên xwe hewaleyî cihekî din bike. Ev yek jî zêdekirina alozî û çaresernekirina pirsgirêkan e.

Hêzên ku dixwazin pirsgirêkên li Sûriyê çareser bikin, weke me got, divê di serî de rastiya Bakurê Sûriyê û rêveberiya xweser nas bikin. Her wiha, divê li ser vê nuqteyê, Şoreşa Rojava jî xwedî rol be. Çawa ku heta niha vê modela xwe bi awayekî serketî meşandiye, hîn bi awayekî xuliqkar divê bide meşandin. Di warê dîplomatîk, siyasî û leşkerî de rêbazê hemlewarî esas bigire. Çunkî li Sûriyê mêzîn zû diguhere û derfetên nû derdikevin holê. Di vê demê de em hertim gav li hemleyê bin, em ê karibin bi rola xwe rabin û mîsyona li ser milên xwe bi cih bînin.

Back to top button