Arşîv

Kongreya Star: Em ê destekdayîna jinên Efrînê bidomînin

Kongreya Star a Kantona Qamişlo ji bo parastina şoreşa jinê banga bilindkirina têkoşînê kir û diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin heta gelê Efrînê vedigerin warên xwe.

Jinên Kurd û Ereb ên gundê Hîmo ya girêdayî bajarê Qamişlo li pêşiya Navenda Şehîd Sakîne Cansiz kom bûn û derbarê pêvajoya duyemîn a kampanya Serî hilde ya Efrînê de daxuyaniyek dan.

Daxuyanî wiha ye:

ʺJinê di şoreşa Rojava de li hember zext û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk û DAIŞʹê serî hilda.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 20ʹê Çileya sala 2018ʹan dest bi êrîşên li dijî Kantona Efrînê kir. Dagirkeriya Tirk bi top û balafiran êrîşî gelê Efrînê kir. Di encamê de bi sedan zarok, jin, kal û mêr şehîd bûn.

Ji ber metirsiya komkujiyan gelê Efrînê 18ʹê Adarê neçar ma ku warên xwe terk bike û berê xwe bide cihên bi ewle

Em ê bi îsrar asta têkoşînê bilind bikin, piştgiriya gelê Efrînê bikin û şoreşa jinê biparêzin. Divê bi çalakiyên xwe zextê li ser rêxistinên navneteweyî û mirovî bikin ku li dijî kiryarên kuştinê piştgiriyê bidin gelê Efrînê.

Em ê destekdayîna jinên Kantona Efrînê yên li kampên Şehbayê dijîn bidomînin, heta Kantona Efrînê tê rizgarkirin. Her wiha em ê civîn û meşên xwe bidomînin.ʺ

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27