Arşîv

Ji pisporan hişyariya hemofîlî: Dermankirina rast şert e

 Bi wesîleya 17’ê Nîsanê Roja Hemofîliyê ya Cîhanê pisporan hişyariya dermankirina rast kir û got bi vî awayî wê pêvajoya jiyana nexweşxan veguhere rewşa normal.
Hemofîlî ya bi gotinî tê wateya ‘ji xwînê hez dike’ di salên dawî de yek ji nexweşiyeke ku zêde tê dîtinê ye. Nexweşî di encama xerabûna genekê de di mekanîzmaya hişkbûna xwînê de faktor kêm dibin û ev nexweşî dertê holê. Hemofîlî A, ji 5 hezar yek, Hemofîlî B jî ji 10 hezarî carê tê dîtin. Li Tirkiyeyê jî niha nêzî 10 hezar nexweşên hemofîlî hene. Pispor bi wesîleya 17’ê Nîsanê Roja Hemofîlî ya Cîhanê nêrînên xwe vegotin û balkişandin ser şaşiyên der barê nexweşiyê de.
Pispor diyar dikin ku nexweşiya Hemofîlî li gorî şîdet û kêmasiya faktorên di xwînê de diguhere û wiha dibêjin: “Asta faktorê ji sedî 2’ê zêdetir be di movikan de xwînî çêdibe. Yên asta faktora wan di navbera ji sedî 2-5’an de be xwîn kêm tên dîtin. Asta faktora nexweşên ji ser sedî 5’an be xwîn kêm tê dîtin.
Herî zêde bi mêran re tê dîtin
Nexweşiya hemofîlî herî zêde bi mêran re tê dîtin lê dema bav nexweş û dayik jî nexweşiyê belav bike bi zarokên keç re zêdetir tê dîtîtin. Tê diyar kirin ku temenê nexweşan 30 an jî 40 derbas nake.
Pispor destnîşan dikin ku bi terapiya genan jî dikare encamên serkeftî bê bidest xistin. Her wiha hat diyar kirin ku divê li Tirkiyeyê di vê qada nexwşeiyê de hejmara pispor û hemşîreyan bê zêdekirin.
Pêşniyarên ji bo nexweşan tê kirin wihane:
*Divê nexweş bên asta ku dikarin rêya demarên xwe bibîne û bi tena serê xwe bi kar bînin.
*Divê faktor li gorî pêşniyara hekîman bê girtin an jî plana bikaranîna faktorê bi hekîm re bike.
*Divê nexweş her dema ku xwînî bibe serî li doktor bide.
*Divê plazmaya cemidî ya teze negirin.
*Divê bi zarokên keç re bê teşîskirin.
*Divê komeleyên hemofîlî jî aktîf bixebitin û komeleyên nû bên avakirin.
*Divê kongre û sempozyom ji bo nexweşan bên kirin.
Back to top button