Arşîv

Dewreya 3‘yemîn a Akademiya jinên Sûriyê destpê kir

Bi dirûşmeya “Jina azad bingeha avakirina civaka azad e” Akademiya Meclîsa Jinên Sûriya Bakurê Reqayê dewreya perwerdeyê ya 3‘emîn li Mezreya Tişrîn a dikeve bakûrê Sûriyê vekir.

Bi tevlîbûna 43 jinên di nava saziyên sivîl û leşkerî yên herêmên Cizîrê û Firat û bi dirûşmeya “Jina azad bingeha avakirina civaka azad e” Akademiya Meclîsa Jinên Sûriya ya Bakurê Reqayê ” dewreya perwereyê ya 3‘yemîn li Mezreya Tişrîn a dikeve bakûrê Sûriyê vekir.

Dewreya perwerdeyê ya 3‘yemîn bi navê “Şehîd Jînda Til Temir” a ku sala 2014‘an li berxweadna sedsalê ya Kobnaê de şehîd bû hate organîzekirin.

Dewreya perwerdeyê dê 25 rojan berdewam bike, di perwerdeyê de wê waneyên li ser girîngiya perwerdeyê, dîroka jin, neteweya demokratîk, federal, şerê taybet û rexne û rexnedayîn werin dayîn.

Ji endamên ku tevlî dewreya perwerdeyê bûne Necah Mihemed El-Hemûd ji ajansa me re armanca beşdarbûna xwe ya ji bo dewreyê têne ziman û dibêje,”Ez tevlî dewreya pewerdeyê bûne da ku dîroka jin û rola wê di navakirina civakê de hîn bibim. Her wiha jî ji bo ku karbim erka xwe di avakirina civakê de bi cih bînin.

Rêvebera Akademiya Meclîsa Jinên Sûriya ya Bakurê Reqa Hena El-Xelef diyar kir ku armanca akademiyê, ew ku jin were rizgarkirin û asta zanebûna wê were pêşxistin û hevjiyana azad di civakê de pêk were.

Back to top button