Arşîv

Dewreya Şehîd Rojbîn Ereb destpê kir

Li Akademiya Jina Sûriyê ya Tebqayê dewreya Şehîd Rojbîn Ereb bi tevlîbûna 23`ê endamên saziyên sivîl û leşkerî dest pê kir.

Akademiya Jina Sûriyê Dewreya Şehîd Rojbîn Ereb dest pê kir. 23 endamên saziyên sivîl û leşkerî tevlî dewreya perwerde bûn. Di perwerdeyê de dê waneyên bîrdozî (girîngiya perwerde, dîroka jin, jiyana hevbeş û netewa demokratîk) werin dayîn.

Di vê çarçevê de edama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Senai Cebare di merasîma vekirina dewreya perwerde axivî û got:‟ Ji bo ez rastiya zîhniyeta mêr analîz bikim û xwe jê rizgar bikim, tevlî dewreya perwerde bûm û ez bang li hemû jinan dikim ku tevlî perwerde bibin”.

Şehîd Rojbîn Ereb di hemleya Rizgarkirina bajarê Reqayê şehîd bibû.

Back to top button