Arşîv

Meclîsa Jinên Sûriyê peyama 1‘ê Gulanê da

Meclîsa Jinên Sûriyê 1‘ê Gulanê pîroz kir û destnîşan kir ku bi tevlîbûna jinan di nava xebatê de asoyên nû ji jinan re têne vekirin ku ji xeztên civakê azad bibin.

Meclîsa Jinên Sûriyê bi boneya 1`ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku roja 1`ê Gulanê, beşê karkeran li tevahî cîhanê Cejna Karkeran ku wekî roja piştgiriya bi berxwedana karkeran li hemberî kedxwaran û ji bo pêkanîna wekhefiya civakî tê nîşandan pîroz dikin.

Her wiha hate gotin ku Cejna Karkeran di demekê ku jî zehmetiyên karkeran di cîhanê de zêdetir dibe, tê pêşwazîkirin.

Meclîsa jinên Sûriyê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku li ser asta Sûriyê cejn di demeke ku şer civaka Sûriyê belav dike û parçebûna siyasî û civakî zêde dike, tê pêşwazîkirin, di heman demê de cejn destwerdana siyasetên derve zêde dibe, tê pêşwazîkirin û wiha hate domandin “Di encamê vê aloziyê de zehmetiyên karkeran zêdetir dibe, rêjeya betalbûnê jî zêde bûye, her wiha binsaziya aborî jî xirab dibe.”

Meclîsa Jinên Sûriyê bal kişand ser bandora aloziyê li ser jinên Sûriyê û got ku êşa jin hê bêtir zêde kir û destnîşan kir ku jin li her keleman li ber xwe dide.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo jin cihê xwe di hemû aliyên jiyanî de bigre û ji zextên civakî ku bandorek neyinî li ser wan dike azad bibe divê destek were dayîn û wiha hate gotin, “Bi tevlîbûna jinan di nava xebatê de asoyên nû ji jinan re tê vekirin ku ku ji xeztên civakê azad bibin û di encamê de civakek azad tê avakirin.”

Meclîsa Jinên Sûriyeyê di dawiya daxuyaniyê Cejna Karkeran li hemû karkerên cîhanê pîroz kir.

Back to top button