Arşîv

Foza Yûsif: Polîtîkayên AKP’ê Tirkiye Dibe Parçekirinê

Endama Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk Foza Yûsif diyar kir ku di çarçoveya plana Erdogan de, êrîşên ku îro tên ser gelê Kurd, ew ê di siberojê de bên ser gelê Tirk, ereb, suryen û hwd jî. Yûsif bang li hemû gelên azadî û demokrasîxwaz kir ku xwedî li vê berxwedanê derkevin.

Endama Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza Yûsif derbarê derbeya dijî HDP’ê de bersiva pirsên me dan.

Hevpeyvîn wiha ye:

– Ji pêşketinên operesyona qirkirinê ya AKP/Erdogan dijî vîna gelê Kurd û hêzên azadîxwaz ên di bin sîwaneya HDP’ê de hun çi armancê dibînin û çawa dinirxînin?

Piştî hilbijartinên 7’ê Hizêrana 2015’an, şerê li Kurdistanê derbasî qonaxek nû bû. bi saya vê hilbijartinê, piştî sedan sal Bakurê Kurdistan ji bin kontrola dewleta Tirk derket û bi riya Parlementerên HDP’ê dihat rêvebirin.

Piştî ku dewletê dît ku Kurd û hêzên demokratîk ên di bin sîwaneya HDP’ê de bûne xwediyê hêzeke wiha ku karibin pêşeroja Tirkiyê biguherin, tirsek mezin ket dilê wan de. Ji wê demê ve êrîşên bêhempa anîn ser vîna siyasî ya gelê Kurd.

Ji bo Kurdistan car din di warê siyasî de vegere bin dagirkeriya Tirkiyê, AKP/Erdogan ket pey dek û dolapan. Wê demê car din hilbijartin dubare kirin. Lê dîsa tevî hemû rêbaz û planên kirêt ên beriya hilbijartinên Mijdarê, dîsa AKP nikaribû ku HDP’ê li derveyî barajê bihêle. HDP di hilbijartinên Mijdarê de jî 59 parlementerên xwe derbasî meclîsê kirin.Plana AKP’ê car din têk çû.

HDP hêza tekane ku li dijî hewldanên dîktatoriyê yên Erdogan radiweste. Jilewra AKP, HDP weke metirsiyekê li pêşiya xwe dibîne û ji bo bighêje pergala serokatiyê dixwaze hemû astengiyên li pêşiya xwe ji holê rake.

Piştî buyera 15’ê Tîrmehê êdî Erdoğan dîn û har bû. Ji bo ku xwe serwer bike û dîktatoriya xwe misoger bihêle, civakeke kole û bêyî vîn ava bike, her tişt kir. Hikumetê li hundir û derve jî, Tirkiye xist nav şerekî bê serûber de.

– Polîtîkayên AKP’ê dê Tirkiyê ber bi ku ve bibin?

Her çiqasî Erdoğan û partiya xwe dibêjin ku şerê li hundir û derve ji bo parastina yekitiya Tirkiyê ne, Lê rastî ne ev e. Şerên ku Tirkiyê li Sûriyê û Iraqê dimeşîne û êrîşên dijî Kurdan; ji komkujiyên canî û êrîşên siyasî, dê ne tenê Tirkiyê parçe bikin, ew ê Tirkiye veguherînin Pakîstana duyemîn.

Polîtîkaya Erdoğan a ku xwe dispêre nijadperestî, mezhebpersetî û dijminatiya gelê Kurd, wê Tirkiyê ber bi felaketek mezin ve bibe. Rewşa têkçûna Tirkiyê di şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn de ku dewleta Osmanî belav kirin, îro dîsa dûbare dibe.

Erdoğan dixwaze bi dijminatiya muxalîfên dîktatoriya xwe re bibe desthiladarê hermê. Lê ev stratejiyek binkeftî ye. Ji ber ku Kurd edî bûne aktorek sereke di gerandina polîtîkaya serdemê de. Kîjan hêz Kurdan bike dijminê xwe ew ê têk biçe. Bi girtina perlementerên HDP û şaredarên BDP’ê re dixwaze dîsa kontrola xwe ya siyasî li Bakurê Kurdistanê pêş bixw. Lê ev edî xeyal e. Ji ber ku tu hêz edî nikarin Kurdan vegerînin serdemên berê. Kurd êdî bûne aktorek aktîf ê siyasî û leşkerî. Dibe ku nikaribin bi xwe lîstikan bihev bixin, lê hêza wan a valaderxistina lîstokan heye. Lewma Erdoğan li hespekî şaş siwar buye û dê pir xerab bikeve .

– AKP’ê ne tenê Bakur êrîşî Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dike, planên li van herêman digerînin di kîjan radeyên de peralelî hevûdin in?

Niha ev derbeya dijî HDP’ê, komkujiyek siyasî ye. AKP’ê bi vê yekê re pêvajoyek şer a nû da destpêkirin. Ji Kurdan re wiha dibêjin ‘Em hebûna we bi tu rengî qebûl nakin, ne siyasî, ne jî leşkerî. Divê hûn jî serî ji me re bitewînin.’

Ev dewamiya êrşên dijî Şehba û Efrînê ye. dîsa jî dewamiya dagirkirina Başûr e. Tirkiye car din dixwaze Kurdistanê dagir bike. Li Bakur, Rojava û Başûr li hember Kurdan şer ragihandî ye.

Ya esas divê mirov wiha bixwîne; tank û topên ku Tirkiyê derbasî başûrê Kurdistanê kirine dagirkerî ye. Şerê li Efrînê dagirkerî ye. êrîşên dijî gelê me û girtina nûnerên gel jî dagirkerî ye.

– Li hember van êrîşan divê gelê Kurd xwedî çi bersivê be?

Êrîşên dewleta Trik ji bo hemû gelan metirsiyek mezin in. Stratejiya li herêmê Erdoğan xwe dispêre dijminatiya gel, ol û mezheban. Biqasî ku Erdoğan dijminatiya gelê Kurd dike, ewqas jî dijminatiya gelên tirk, ereb û tevahî gelên herêmê dike. Lewma divê em ji bîr nekin ku eger îro hedef kurd bin, ew ê siba Tirk, Ereb û Suryen bin. ew ê ev gel jî bên qirkirin.

Lewra di serî de divê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê li hember vê dagirkeriyê bibin yek. Roj roja yekîtiya netewî ye. dijminê sereke yê Kurdan îro dagirkeriya Tirk e. Pêwîste hemû Kurd li hebûna xwe û pêşeroja xwe xwedî derkevin û bibin xwedan helwestek tund.

Her wiha divê hemû hêzên demokratîk bi têkoşîna demokratîk a gelê Kurd re bibin yek da ku xwe ji pêşeroja faşîzima Erdoğan biparêzin.

Divê li hember êrîşa mogolî ya modern hemû gelên azadî û demokrasîxwaz bibin yek û li dijî vê zulmê rawestin.

N. E

Back to top button