Arşîv

Şandeya jinên Almanî gihîşt Rojava

Ji bo destekdayîna kampanya Kongreya Star a serhildana ji bo Efrînê, şandeya jinên Almanî gihîşt Rojava.

Şandeya jinên Almanî ya ku ji ″Endama Partiya Çep a Almanî Silvia Haofa, dokora zarokan Sefantia Ilik, Endama saziya destekdayîna astengdaran Daniela Nishak û nûnerên Weqfa Jinê li Ewrûpayê″ pêk tê ji aliyê Berdevka Fermî ya Kongreya Star Evîn Siwêd, Endamên Rêveberiya Têkîliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Fîdan Seydo, Mekiye Hiso û Wehîba Çito ve hat pêşwazîkirin.

Şandeya jinên Almanî bi serdana Rojava piştgiriyê dide berxwedana Serdemê û kampanya Kongreya Star a serhildana jinan li dijî dagirkeriya Tirk. Her wiha dê şande xebatên jinê û rola wê di saziyên Rojava-Bakurê Sûriyê de jî bişopîne. Li aliyekî din jî têkîliya bi saziyên jinê li Bakurê Sûriyê re xurt bike û destekdayîna astengdaran.

Tê payîn ku dê şande serdana Kongreya Star, Akademiya Îdeolojî, gundê Jinwar, Desteya Tenduristiyê û saziyên tenduristî bike. Piştre jî dê şande serdana Kobanê û Şehbayê bike û rewşa gelê Efrînê bişopîne.

Dema şande gihîşt bajarê Qamişlo, serdana goristana Şehîd Delîl Sarûxan kir.

Back to top button