Arşîv
Şandeyeke Ewrûpî gihîşt Rojava
Şandeyeke Ewrûpî ya derbarê civaka sivîl û mafên jinê de, gihîşt Rojava.
Şandeya Ewrûpî di deriyê sînor ê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, derbasî Kantona Qamişlo bû.
Şande ji ″kamerevan Meryem Eşref, Endamê Yekîtiya Scotlandî Sara Jîn, derhêner kirkox Kant, Endama Parlementoya Ewrûpî li bakur rojavayê Brîtanyayê û Endama Komîteya Mafên Jinê Cûlya Werd, parêzera Îllendî Wendy Leon û parêzer En Blaine″ pêk tê.
Şande ji aliyê Endamên Komîteya Têkîliyên Dîplomatîk a Kongreya Star Wehîbe Çito, Sena Xelîl û Firyal Hesen ve hat pêşwazîkirin.
Dê şande li herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê bigerin, şoreşa Rojava û tecrûbeya jinê di nava şoreşê de bişopînin.
Dê payîn ku dê şande serdana saziyên sivîl û saziyên jinê yên li Bakurê Sûriyê bike.