Arşîv

Mala Jin derfetên kar ji jinên kampê re peyda dike

Mala Jin a kampa Eyn Îsa derfetên kar ji bi dehan jinên li kampê re peyda kir.

Zêdeyî salekî li ser vekirina kampa Eyn Îsayê re derbas bû, Mala Jin di nava vê dem dikarî alîkariya jinên koçber bike û pirsgirêkên wan ên madî û civakî çareser bike.

Bi dehan jin ku dixwazin bixebitin serî li Mala Jin didin. Mala Jin ji aliyê xwe ve pêşwaziya wan dike, û ji bo xebitandinê giraniyê dide jinên bê.

Li gorî Rêveberên Mala Jin; mehane nêzî 80 derfetên kar ji jinan re peyda dikin, ku ji mafê jin ku tenê mehekê kar bike da ku fersendê bibe jinên din ên ku pêwîstiya wan bi kar re heye.

Derbarê mijarê de jinên koçber a bi navê Hesna El-Remedan û Texrîd El-Hemed gotin, “Mala Jin derferên kar ji me re peyda kir, di vê şertên zemet de û taybet li kampê em dikarin malbata xwe xwedî bikin.”

Rêvebera Buroya Xebitandinê Efaf El-Mûsa diyar kir ku wê derfetên kar ji bo jinên ku pêwîstiya wan bi xebitandinê heye, peyda bikin, ku karibin malabat xwe xwedî bikin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27