Arşîv

‘Saziyên xwe bigirin an bê deng nemîn in’

Jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê daxuyanî dan û ji saziyên navdewletî re jî gotin an saziyên xwe bigirin an jî bê deng nemîn in.

Di çarçoveya hemleya ku ji bo Efrînê hatiye destpêkirin, Kongreya Star li Helebê daxuyanî da û binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê pêk tîn in bi tundî şermezar kirin.

Daxuyanî bi beşdarbûna dehan jinan hate xwendin. Jinan alên kongreya Star vekiribûn. Di daxuyaniya ku bi zimanê erebî, Tirkî û Ingilîz hate xwendin de êrîşên kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê li dijî gelê herêmê û bi taybet jinan pêk tîn in, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate destnîşankirin ku çeteyan jin wekî dema Someriyan kirine  kole û li sûkan dikirin û difroşin û wiha dom kir: “Erdogan û hevkarên xwe şaristanî û bingeha herêmê ya dîrokî wekî Perezgeha Ên Darê şaristaniya dayîksalariyê, ruxandin. Hemû rojnaavan û lêkolîner li wir bûn û dizanin çi dibe. Dizanin ku çiqasî wêranî û qetilkirina sivîlan li wir pêk tê. Dîmografiya herêmê didin guhertin û çeteyan û malbatên wan li wir bi cih dikin.”

Kongreya Star di daxuyaniyê de her wiha bibîr xist ku jina rastî destdirêjiyê tên û wiha hate domandin: “Herî dawî jî jineke ducanê li ber kurê xwe yê biçûk û li ber çavên keça wê ya biçûk, li ber çavên bav û dayîk û hevjînê wê hate tecawiz kirin. Kesî ji wan nikarîbû dengê xwe jî bike. Gelek çîrokên bi êş ên wiha hene, di bin navê Elah Ekber de serjêkirina insanan hepêk tîn in.”

Di daxuyaniyê de ji rêxistinên mafê mirovan û yên parstina zarokan re hate gotin divê derbarê bûyerên li wir de helwest nîşan bidin û wiha dom kir: “An dengê xwe li dijî van bûyeran û binpêkirinên têne kirin bikin, na jî saziyên xwe bigirin. Zarokên me ji zarkatiya xwe û xwendina xwe dûrxistin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27