Arşîv

Asaya Ebdulah Pêwîste Kongreya Netewî were lidarxistin

Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Asya Ebdulah diyar kir ku divê gelê kurd li dijî hevkariyên hêzên dijber ku di dîrokê de tu carî nebûne yek û îro li dijî gelê kurd gihiştine hev, yekîtiya xwe saz bikin û ev tişt anî ziman: “Ev nêzîkatiyên wan asta girîngî û bi bandor a doza gelê me nîşan dide. Ji van pêwîstiyan û ji bo rê li ber binpêkirinên wan were girtin, divê hemû hêzên niştimanî yên Kurdistanê bi rihê berpirsiyariyê ya bilind têbikoşin û piştgiriya Kongreya Netewî  ya Kurdistanê bike.

Gotarek Hevseroka Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Asya Ebdulah li ser rojnameya Bûyer a bi sernavê “Kongreya Netewî ya Kurdistanê  û pêwîstiya lidarxistina wê di rewşa veguhertinê ya herêmê de” hate weşandin.

Gotara Asayîşa Ebdulah wihaye:

“Encamê Cenga Cîhanê ya Yekem bû sedema ku gelek hevgirtin û yekîtî werin hilweşam din. her wiha hêzên nû derketin û di hin hêzan de parçebûn pêk hat. Gelê kurd ji mafê xwe bê par ma.  Di Cenga Cîhanê ya duyemîn de jî binpêkirin û inkar li dijî gelê kurd hate meşandin, ev rewş di Şerê Sar de jî dewam kir. Ema di dema niha de diyar dibe ku gelek tişt ji gelek aliyan ve têne guhertin.

Diyar dibe ku pirojeyek nû li herêmê heye, bi riya vê pirojeyê dê rewşa herêmê ya nû were diyarkirin. Bi van guhertin û pêşketinên diramatîkî re ku di herêmê têne jiyankirin, pêwîstî bi domandina şoreşê û berizkirina asta berxwedanê heye. Rizgarkirina Efrînê wê misogeriya mayîna me di aliyê bibandor de bihêle. Wiha jî wê zehmet be tu alî biryara me bigrên me û pirojeyên me yên civakî ku ev 7 sal in em ji bo wê tekoşîn dikin asteng bikin. Ev cihê me yê bi hêz, piştiriya hemû keda me ku dikare dibe bingeha hevgirtina me ya bi hêza saz bike dike. Wiha jî wê hêzên dijber ku hîn ji bo têkbirina gelê me kar dike neçar bibin paş de veger in. Ji ber wê xwe li ber xwedananek mezin bibîn in.

Doza kurd di Rojhilata Navîn de pir girîng e û êşa bi milyonan insan nîşan dide. Çareseriya ku dê aramiyê bi xwe re bîne, divê bi çareserkirina dozên gelan ve girêdayî be. Ji wan jî gelê kurd e. Ev çareserî bê guman dê bandora wê li ser veguhestina di herêmê de pêk tê hebe. Bi taybet jî di  dawîkirina aloziyên ku ji ber kiryarên hêzên hegemon ên îradeya gelan dîlgirtine , wê bi bandor be.

Girîngiya Doza kurdî û bandora wê ya li herêmê pêwîst dike ku rewşeke hevgirtina niştmanî ya kurd hebe. Yekîtiya xwe ya bi hêz di biryardayînê de ava bike, da ku ber bi girîngiya doza kurd ve here. Ev rewş di çarçoveya yekîtiya gelê kurd de dê pêk were. Diyar e pêwstîtî û daxwazeke vê rewşê ya ji bo derxistina helwesteke kurdî ya bi hêz e heye. Wiha jî wê rê li ber hewldanên ku bandoreke neyînî li ser bike, were girtin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê helwesteke yekbûyî misoger dike. Istratejiyeke li gorî guhertinên giştî û taybet ên pêk tên, datîne. Ev gav dê bibe riyeke bi hêza a xelaskirin û rizgarkirina doza kurd.

Tiştê îro li Rojavayê Kurdistanê  pêk tê, avakirina pirojeya ku dê hemû pîlanên hêzên dijberê gelê kurd vala derbixe ye. Pîlanên ku li dijî gelê kurd pêk tên û rê li ber pêşketina kurdan digre dê vala werin derxistin. Şoreşa niha bi berxwedan û tekoşîna xwe teror şikand. Paşê jî li Efrînê li dijî hemû hêza dewleta Tirk û çeteyên wê derket. Vê berxwedanê rastiyên bingehîn saz kirin. Rastiya veguhertina ber bi demokrasiyê ya li Sûriyê û azadiya jinê ku îro bûye yek ji hêmanên bingehîn ên şoreşê ye. Ev hemû gavên hatin avêtin ber bi avakirina helwestekê ve dişîne. Ev helwest divê bi hêz be. Ji ber qonaxa li pêşiya me wê bibe qonaxa bilindkirina asta şer di hemû astên xwe de. Bi taybet di vê dema pîlanên hatine amadekirin têk diçin.

Ji bo gelê kurd li dijî hevkariyên mezin ên tu carî di nava dîrokê de nighane hev,  dimîne. Tenê niha ji bo bajar û meydanên me bikin qadên şer, ev nêzîkatiyên wan pêk hatine. Ev nêzîkatiyên wan asta girîngî û bibandor a doza gelê me nîşan dide. Ji van pêwîstiyan û ji bo rê li ber binpêkirinên wan were girtin, divê hemû hêzên niştimanî yên Kurdistanê bi rihê berpirsyartiyê ya bilind têbikoşe û piştgiriya Kongreya Netewî  ya Kurdistanê bike. Ev gav dê riyên nû li herêmê vebike û pêşketinên girîng bi şoreşa Berxwedanê, şoreşa jinê û şoreşa Demokratîk a Rojava re bîne. Dê bibe pingeha rakirina kiriyarên berê yên neyînî ku li  dijî gelê me hatine ferizkirin.  Lê belê ev ji tevahiya gelên herêmê yên qebûl nekirin ji biryarên wan teslîm bibin, derbasdar e..

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27