Arşîv

Buroya Jin a PYD’ê destdirêjiyên Tirkiyeyê li Efrînê şermezar kir

Buroya Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê banga rêgirtina li pêşiya destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li Efrînê kir û tunebûna rola rêxistinên mafên mirovan û paşguhkirina wan ji serpêhatiyên gelê Efrînê re bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Endamên Buroya Jin a PYD’ê îro li pêşiya Buroya xwe ya li devera rojava ya taxa Şêxmeqsûd kom bûn û alên partiyê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.

Endaman li vir daxuyaniyek xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya PYD’ê Narîn Mûsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li rex bêdengî û tunebûna rola civaka navnetewî û konseya Ewlehiyê jib o peydakirina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re ku derbasî sala xwe ya 8’emîn dibe û birîna gelê Sûriyeyê bi giştî kûrtir dibe, hikûmeta AKP’ê  bi hevkarî û erêkirina Rûsyayê û bi alîkariya tabûrên radîkal ên terrorist hemû pîvanên û zagonên navnetewî û exlaqên civakê binpê dikin û di 20’ê çileya 2018’an de dest bi dagirkeriya beşekî ji axa Sûriyeyê kirin û destdirêjiya xwe li vê herêmê berdewam dikin.

Tirkiye ku niha dagirkeriya Efrînê dike beriya wê Cerablûs jî dagir kir û di derheqê dîrok û mirovahiyê de şaştiyeke mezin dike. Her wiha şûnwar û bermahiyên dîrokî hildiweşîne da ku dîroka herêmê bi giştî tune bike û di derheqê mirovahiyê de komkujiyan pêk tîne û destdirêjiya xwe berdewam dike.

Her wiha bi riya çalakiyên xwe yên guhertina demografîk û neçarkirina welatiyên Efrînê ya koçberkirin û qewitandina wan ji malên wan û bi cihkirina komên çete di malên welatiyan de, heta niha bi hezaran çete û malbatên wan li gund û bajarokên Efrînê û bajarê Efrînê bi cih kirine.

Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê çalakiyên qirkirinê bi taybet li dijî welatiyên Kurd ên Êzdî didin meşandin û pêkhateya Elewî jî neçarî koçberiyê dikin. Her wiha destdirêjiyên herî qirêj di derheqê welatiyan de dimeşîne û mal û milkên welatiyan talan dikin. Her wiha welatiyan neçar dikin ku mal û milkên xwe bifiroşin û zihniyeta xwe ya radîkal ferz dikin û destdirêjiyê li azadiyan dikin. Her wiha destdirêjiyên li jinên Kurd dikin û heta niha bi dehan kesayetên Efrînê hatine  girtin û windakirin.

Tirkiyeyê nexweşxane û dibistan girtin û bi dibistanên zimanê Tirkî guhertin. Çalakiyên veguhestina çekdarên El-Xota û Doma û Qelemûn yên Dîmeşqê û malbatên wan ber bi Efrînê ve pilaneke guhertina demografîk a eşkere ye û ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin û civaka navnetewî jî li hemberî vê yekê hêjî bêdeng e û rola Rûsyayê jî di pêkanîna vê pilana Tirkiyeyê de sereke ye.

Bi navê rêxistina têkoşer û berxwedêr em van destdirêjiyên li dijî gelê me yê aştîxwaz  û bi taybet destdirêjiyên li dijî jinan şermezar dikin. Em weke endamên PYD’ê soz didin hemû jinan ku em ê xebatên xwe li ser riya şehîdan berdewam bikin û hemû jinan ji qirêjiya terorê rizgar bikin. ”

Daxuyanî bi durişmeyên dilsoziya bi berxwedana serdemê û azadiya jinan bi dawî bû.

Back to top button