Arşîv

Mehrîcana dibistana û afrîneriyên hêvîdar

Mehrîcana çand û hunerê ya dibistanên kantona Qamişlo ku di 10’ê vê mehê de dest pê kiriye di roja xwe ya dawî de berdewam dike. Di nava çalakiyên mehrîcanê de gelek dîmenên werzîşê li stada şehîdên 12’ê adarê û stada Heysem Kico û dîmenên çandî û hunerê li ser dika navenda Çandû Hunerê ya Mihemed Şêxo li bajarê Qamişlo hatin pêşandan.

Yek ji komên beşdar di mehrîcanê de koma Nûjîn Nêrgiz a girêdayî dibistana Girkê Legê bû. Ev kom ji 7 jinên ciwan pêk tê û karibûn piştî perwerdeyekê beşdarî mehrîcanê bibin. Vê komê dîmenekî balkêş a şanoyê pêşkêş kirin.

Şano ji du beşan pêk dihat û naveroka wê di derbarê zarokeke astengdar de bû ku yek ji endamên malbateke ji 5 kesan e. Di beşê yekemîn de malbat pozbilindiyê dike û zaroka xwe ya astengdar paşguh dike.

Zaroka astengdar jî xwe ji dibistanê re amade dike û li rex wê hemû xebatê malê li şûna dayîka xwe dikirin. Tevî vê yekê malbatê weke ku ne temam e lê temaşe dikirin.

Di beşê duyemîn de zaroka astengdar di malê de li rex bav û dayîka xwe dimîne piştî ku kal û pîr dibin û nexweş dikevin û ew xwedî li wan derdikeve piştî ku herdu xwîşk û birayên wê dest ji malbatê berdidin.

Xeysa Hesen lîstokvana şandoyê behsa armanca şanoyê dike û wiha dibêje: “me xwest bi riya vê şanoyê bala welatiyan bikişînin ser zarokên astengdar di civakê de. Her wiha nêrîna civakê ya neyînî li hemberî astengdaran biguherînin.”

Xeysa Hesen behsa zarokên Efrînê kir û silav kirin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27