Arşîv

Akademiya Jinên Sûriyê dewreya perwerdeyê bi dawî kir

Akademiya Jinên Sûriyê ya li Tebqayê dewreya xwe ya duyemîn a bi navê Şehîd Rojbîn Ereb ku 25 roj berê dabû destpêkirin, bi dawî kir.

Akademiya Jinên Sûriyê 25 roj berê dewreya perwedeyê bi beşdarbûna 27 endamên jinên ên saziyên girêdayî Rêveberiya Demokratîk a Sivîl a Tebqayê û Endamên Hêzên Ewlekariya Hindirîn dewreya perwedeyê ya Şehîd Rojbîn Ereb da destpêkirin.

Di dewreyê de dersên bîrdozî yên li ser azadiya jinan, dîroka jinan û Rojhilata Navîn, şerê Taybet û Netewa Demokratîk hate dayîn.

Girîngiriya vê perwedeyê ji jinên Tebqayê re ew ku ji bandora şer ku ev 7 sal in li herêmê derbars bibe û jin karibin rêveberiya xwe di hemû qadên jiyanê de bigre.

Di merasîma dawîkirina dewreyê de Endama Rêveber a Meclîsa Sûriyaya Demokratîk Solîn Hesen axivî û dewreya perwedeyê li hemû jinan pîroz kir û destnîşan kir ku perwede jinan di aliyê bîrozî de pêşdixe û rê li ber vedike ku kesayeta xwe bi hêz bike.

Jina bi navê Hîba El-Xelef ku tevlî perwdeyê bûye helbest li ser Efrînê pêşkêş kir û êşa welatiyên Efrînê yên zehmetî kişandin anî ziman.

Jina bi navê Zeyneb Medor a tevlî perwedeyê bûye jî destnîşan kir ku avakirina Akademiyê û perwedekirina jinan roleke baş a ji bo pêşxistina jinan de ye.

Back to top button