Arşîv

Kongra Star banga cezakirina kujerên Dîlanê kir

Kongra Star a navçeya Girkê Legê bûyera qetilkirina jina ciwan Dîlan Ebdurehman şermezar kir û bang li aliyê têkildar kir ku sûcdaran ceza bike

Kongreya Star bûyera qetilkirina jina ciwan a bi navê Dîlan Ebdurehman ji aliyê birayê wê ve, bi daxuyaniyekê şermzar kir.

Li gundê Sermisaxê Jorîn ê girêdayî navçeya Girkê Legê kesê bi navê Qehraman Ebdrehman xwişka xwe ya bi navê Dîlan (21) kuşt.

Daxuyaniya Kongra Star bi tevlêbûna bi dehan endamên saziyên sivîl ên navçeyê hat xwendin. Her wiha bang li rêgirtina pêşiya mîna van sûcan û cezakirina sûcdaran hat kirin.

Endama Kongra Star a navçeyê Sena Mihemed Ezîz daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de kongreyê got ev bûyera hovane ji nirxên mirovahiyê dûr e.

Kongrê di daxuyaniya xwe de sûca hatî kirin wiha bi nav kir:” Ev sûca ku malbatê kiriye li dijî felsefeya neteweya demokratîk û felsefeya jiyana azad e. Divê sûcdar werin cezakirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li xurtkirina çalakiyên piştgiriya têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li cîhanê hat kirin.

ANHA

Back to top button