Arşîv

Kongra Star dê di çarçoveya hemleya “Dem Dema Azadiyê Ye” de çalakiyan bidomîne

Kongra Star a kantona Hesekê diyar kir ku hemleya "Dem Dema Azadiyê Ye" encamên erênî bi dest xistine, her wiha destnîşan kir ku dê çalakiyên xwe yên di çarçoveya hemleyê de bidomînin

Hemleya “Dem Dema Azadiyê Ye” ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji hêla Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ve hate destpêkirin, derbasî sala duyemîn dibe. li ser bingehê vê hemleyê li gelek herêman bi beşdarbûna hemû pêkhateyan, rêzeçalakiyên cihêreng hatin birêxistinkirinArmanca hemleyê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ye. Dewleta Tirk a faşîst bi salan e  tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hevdîtina dawî ya bi rêber Ocalan re di 7’ê Tebaxa sala 2019’an de ji aliyê parêzer Rêzan Sarîca û Newroz Uysal ve hate pêkanîn

Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Hesekê, Nîda Salih ji ajansa me re diyar kir ku ramana Rêber Abdullah Ocalan û projeya wî ya Neteweya Demokratîk, dijminên civakên azad û dewletên neteweperest û kapîtalîst êşandin. Ji ber vê yekê li ser Rêber Ocalan tecrîdeke girankirî dimeşînin.

Nîda got: “Dema ku projeya Neteweya Demokratîk li cîhanê deng veda û bi awayekî erênî hate qebûlkirin û rêber Ocalan ne tenê wekî rêberekî doza kurdî lê belê wekî rêberekî navneteweyî hate naskirin, tecîd ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hate girankirin.

Bi armanca berfirehkirina hemleya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, di nava salekê de li çar parçayên Kurdistanê û derveyî welat, gelek çalakiyên cihêreng hatin birêxistinkirin.

Têkildarî rêzeçalakiyên ku li ser bingehê hemleyê hatin lidarxistin, Nîda Salih diyar kir ku wekî Kongra Star gelek çalakî û civîn ji bo malbat û jinan bi taybet li dar xistine, her wiha belgefîlm pêşkêş kirine û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de semîner dane.

Nîda Salih da zanîn ku vê hemleyê di nava ciwan û jinan de bi taybet encamên erênî bi dest xistiye û got: “Jin û ciwan stûna sereke a ku Rêber Ocalan balê dikişîne ser wan e, lewra ew di şoreşa Rojava de jî bûn stûna bingehîn. Me ev yek di encamên erênî yên vê hemleyê de jî dît.”

Nîda Salih destnîşan kir ku ew ê çalakiyên xwe di çarçoveya hemleya “Dem Dema Azadiyê Ye” de bidomînin, her wiha diyar kir ku di qonaxa pêş de dê meşan li dar bixin û bi kesayetên siyasî û civakî yên navdar û partiyên siyasî re semînerên diyalogan bi rê ve bibin, da ku ramana Rêber Abdullah Ocalan bidin nasîn. “

Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê, Nîda Salih di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî hemleya “Dem Dema Azadiyê Ye” bibin, da ku ramana Rêber Ocalan di asta herî berfireh de were belavkirin û projeya azadiya jin û civakê bê naskirin.

ANHA

Back to top button