Arşîv

Weqfa Jinan lêvegera çareserkirina pirsgirêkên civakê ye

Weqfa Jinan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji dema hatiya damezirandin û heta niha lêvegera sereke ya hemû jinên herêmê ye. Weqfajinan ji bo pêkanîna qanûnên jinan û parastina wê bê navber tekoşînê dide meşandin û bi vê yekê dixwaze pirsgirêkên di nava civakê de kêm bike.

Weqfa jinan a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê di dawiya Mijdara 2011’an bi aramanca rêxistinkirina jinan û çareserkirina dozên wê hate avakirin.

Weqfajinan ji dema hate avakirin dest bi xebatên xwe kir. Jinên taxa Şêxmeqsûd perwede dikirin, her wiha pirsgirêkên jinan ên civakî jî çareser dikirin. ji wê demê ve û heta niha navendê bê navber kar û xebat da meşandin û bi hemû hêza xwe ji bo pêkanîna qanûnên jinan û parastina jinan tekoşîn meşand.

Gelek çalakiyên civakî

Weqfê bi armanca pêşxistina jinan di gelek aliyan de kar û xebat da meşandin. Jinên hemû beşên civakê bi riya civînan hatin rêxistinkirin, her wiha dozên civakî yên girêdayî jinan wekî zewaca bi temenê biçûk, berdan, pirkirina jinan û herwekî din di riya perwedeyê bi civakê dane pênasekirin.

Weqfêê bi armanca pênasekirina qanûnên jinan û pêkanîna armancên wê jinên taxê perwede kirin. Di heman demê de rola jinan di sazî û komînan de bi wan pênase dikin.

Weqfa Jinan her wiha hemû pirsgirêkên jinan çareser dikin û dema doz têne berdestê wan herdû aliyan dibîn in û hewl didin herdû aliyan lihev bînin. Di çareserkirinê de razîkirina herdû aliyan esas digirin. Xebatên çareserkirina dozan bi awayekî kordînekiriî bi komîan û dadgeha edaleta civakî re pêk tê.

Dema pirsgirêk neyê çareserkirin jî dewrî hêzên Asayîşê tê kirin. Rayedarên navendê destnîşan kirin ku heftane di navbera 3-5 dozan têne ber destê wan.

Weqfê her wiha di aliyê perwedeyê de jî dewreyên perwedeyê yên bi zimanê erebî û kurdî ji jinan re vedikin. Di riya wan dewreyan re jin fêrî xwendin û nivîsandinê dibin. Heta niha bi dehan jinên taxê yên ne dizanîn bixwîn in û binivîs in fêrî xwendinê bûne.

Qanûnên jinan

Weqfa jinan a Şêxmeqsûd her wiha ji bo pêkanîna qanûnên jinan jî di nava kar û xebatên de ye.Bi vê yekê jî jin ji qeydên civakî ku li ser hatiye ferizkirin, rizgar dibin. Lewma rola Weqfajinan di xilaskirina jinan de pir mezin bû.

Endama Rêveber a Weqfa Jinan a Şêxmeqsûd Perîşan Reşîd derbarê mijarê de got ku Weqfawan bi rengê jinê ye û karîbû gelek astengiyan derbas bike û di vê qonaxa hesas de bûye lêveger hemû jin an.

Perîşan di berdewama axaftina xwe de jî got ku rola jinan di hemû şoreşên hatin lidarxistin de hebûn û wiha dewam kir: “Di hemû şoreşên hatin lidarxistin de rola jinan a taybet hebû. Tevî vê yekê jî heta niha bi hezarn jin ji ber irf û adetên kevnar re zehmetiyan dikşîn in. jin rastî destdirêjiyê tê, zewaca di temenê biçûk de li ser wan tê ferizkirin. Ji ber vê yekê divyabû Weqfa jinan were vekirin.”

Pêrîşan di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû jinan kir ku tevlî dewreyên wan bibin da ku ji qeydên civakê rizgar bibin.

 

Back to top button