Daxuyanî

Ji bo raya giştî

Di dema ku kurd bi hemû rê û rêbazên aşîtiyane hewil didin ku hebûna xwe li ser erdê misoger bikin ,  ji aliyê  dewletên hegemonîk ve û dewleta Tirkiyê li hember qirkirinê tên.

Qirkirinekî ku bi tu awayan di serdema neha serdema 21 an de nehatiye dîtin an bihîstin

Dema ku dibêje kurd , misoger tu dibêje jin û dema tu dibêje jin mûheqeq tu dibêje serkeftin ,azadî û serfirazî.

Ji ber perensîbên ku îdyolojiya rizgariya jin ji bo serkeftiné esas girtiye , helbet hebûna wê û tevgera wê gerek azad û serbest be.

Lê li hember ewqse tekoşîn isbata hebûna xwe weke gelê kurd , isbata hebûna xwe weke jina kurd , ewqase zext , zordarî , zehmetî û îşkencekirin û ji mafê jiyanê bê par mayîn dikin para  gel û jinên kurdan û azadîxwazan.

Li Rojavayê kurdistanê Hevrîn û Yadê Eqîde , zehra û   Yadê Emîne , li başûrê kurdistanê şîlan û Tolhildan , li Rojhilatê kurdistanê bi dar vekirin û surgûn kirin û li bakûrê kurdistanê berya neha  Leyla gûven  û neha jî Eyşê Gokan ya ku bi cezaya 30 salî hate darizandin ji aliyê dewleta Turk ve.

Ayşê Gokan jina kurd ku helwesta xwe bi ketina gireva mirinê da diyar kirin ji bo ku Rojava û Bakûr bi dîwaran ji hev qutnebe.

Îro bi hebûna wê di girtîgeha jinan ya Amedê de, hate sûcdarkirin ku endama rêxistinê ya û rêveberiya rêxistinê ye. Ayşê Gokan berdevka tevgera jinên azad TJA li bakûrê kurdistanê ji bo xwedî derketina mafê hemû jinan tekoşîn dikir û jinan bi mafên wan dida naskirin , her wiha ji ber nivîsandina rewşa jinan li girtîgehê hate idîaya dispilînê.

Ev yek Iflasa dewleta Turk dide diyar kirin ku jinên bê sûc ji bo mafê jiyaneke azad tê dikoşin têne dîl girtin û bi cezayên giran û neheq di girtîgehan de jiyan dikin.

Em jî rêxistina kongra star li Rojavayê kurdistanê em dibêjin , hûn di zindanan de, em jî li Rojavayê kurdistanê û tavahî bakûr û rojhilatê Sûriyê li kolanan û bi rêxistinkirina saziyan emê ji doza  xwe  ya jiyana  azad danekevin xwar.

Her emê bimînin kelema çavê dijminan.

Banga me ewe em bi tekoşîna xwe li dijî vê hişmendiyê emê bi serkevin û azadiya xwe misoger bikin.

Bijî berxwedana jinan

Jin jiyan azadî

Bijî Rêber APO

Şehîd namirin

Kordînasyona kongra star

2021/10/24

Back to top button