Çalakî

Meşa şehîd Bêrîtan meşa vîn û rûmetê ye

Kongra star  li seranserî  bakur û  rojhilatê suriyê îro  şehîd Bêrîtan Hêvî bi bîranîn li kantona hesekê li gulîstana Rêbertiyê û di seet 9 an de  bi tevlêbûneke girseyî ji gelek pêkhateyan ji bo bîranîna şehadeta jina leheng Bêrîtan hêvî  bi navê rastîn Gulnaz karataş çêbû.

Mîhrecan bi deqeyekê bê deng di şexsê Şehîd Bêrîtan li ser giyanê hemû şehîdên şoreşê bi merasîma leşkerî hat rawestîn,herwiha koma muzîkê a tunc ê bi aletên xweyî mûzîkê beşek ji mûzîkê pêşkêş kirin ,di piştre kordînasyona kongra star a kantona Hesekê  Sozdar behsa wateya vê rojê kir û di heman demê de qehremanî û wêrekiya heval Bêrîtan Hêvî anî ziman ,da diyarkirin ku ger bi hezaran jin îro li dijî xiyanetê şer dikin û li ber xwe didin ew tê wateya berdewamiya xeta Bêrîtanan di piştî axaftinê de girse bi coşa ruhê tolhildana Şehîd bêrîtan û hemû şehîdên şoreşê bi duruşmeya bijî îradeya jina azad bimre xiyanet govend gerandin û di dawiyê de jin li dora amûrên dîrokî civat gerandin û bi stranên xweyî gelerî stran gotin û bi tilîliyê dayikan bi duruşmeya jin jiyan azadî şahî bi dawî bû.

Kantona Qamişlo û navçeya Til Birak – bi pêşengtiya Kongra Star û bi rêxistinkirina konîteya perwerdê a kongra star bi sedan ji gelê kantonê li navenda çand û huner kombûn , semîner bi deqeyek rêzgirtin li ser giyana şehîdan destpêkir , û bi semînerê berdewam kir , semîner li ser jiyana tekoşerî û milîtaniya Şehîd Bêrîtan hat ziman û çawa li beranberî şert û mercên herî zehmet bû xwedî sekin , di heman demê de rêhevatiya şehîd Bêrîtan ku hişt ji her kêliyek a jiyanê re wate bide .

Piştî semînerê sînevizyon hatin pêşkêşkirin ku ew sînevizyon behsa girêdan û hevaltiyan jin a rast bi serokatî re dike , di piştre şîraniya ku şehîd Bêrîtan jê hezdikir hat belavkirin jiberku ew daxwaza Şehîd Berîtan bû .

Di kantona şehba û efrîn ê de bi hezaran şêniyên herêmê bi meşeke girseyî jibo bîranîna Şehîd Bêrîtan kom bûn .

 

Back to top button