Daxuyanî

Tundiya li dijî jinên rêxistinkirî, tundiya li ser tevahiya civakê ye

Em weke Kongra Star li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li hember nûçeya qetilkirina hovane ya çar jinên çalakvan li bajarê Mezar-i-Şerîf ê Efxanîstanê hem xemgîn, hem bi hêrs in. Heta niha ji 4 jinan tenê cenazeyek jê hatiye tespîtkirin. Ew çalakvanê Foruzan Safi ye, mamosteyek ciwan li zanîngeha Balx.

Em vê qetilkirina hovane ya di bin siya rejîma teror a Talîbanê de pêk hat weke kiryareke takekesî ya ji desthilatdariya û zîhniyeta heyî ve cûda be nabînin. Qetilkirina hedefgirtî ya jinên xwe  rêxistin dikin û bi awayekî aktîf xwediparêzin, li hemû cîhanê pratîkeke berbelav û sîstematîk e. Sîstema baviksalarî ya ku zêdetirî 5 hezar sal in jinan dike kole, ji mafên xwe bêpar hiştiye û di bingehê hişmendiya kapîtalîzm û netew-dewletê de cih digire, jinên bi hêz û siyasî weke xeteriyekê dibîne.

Çi dewleta Tirk be yê ku çalakvanên mafên jinan bi komî dide girtin û  qetil dike, çi Dewleta Îslamî (DAIŞ) be ku jinan di bin çarçevan diveşêre û li bazaran difiroşe, çi jî Talîban be ku mafên jinan yên bingehîn înkar dike, hemû xwedî heman hişmendî ne. Li vir li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî jinên çalakvan gelek caran rastî êrîşên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk tên.  Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de weke Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jin rastî her cure şîdeta zayendperest tên û dewleta Tirk bi balafirênên bêmirov êrîşî çalakvanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di hermên me de, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser çalakvanan berdewam dikin, mîna di meha Çile ya îsal de li ser hevrêyên me Hind û Saade ku ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin.

Hişmendiya Talîbanê ne ji ya DAIŞ’ê û ne jî ji ya Tirkiyê cuda ye, pêkanînên wan ji hev cuda nînin, xwedî heman kok in. Talîban sûcên şer û sûcên dijî mirovahî pêk tînin. Hêzên ku rê ber Talîban vekirin ji bo desthilatdariya li Efxanîstan jî sûcdarên wan binpêkirinan in. Em di wê baweriyê de ne ku tundiya li dijî jinên rêxistinkirî bi serê xwe tundiya rasterast a li dijî civakê ye. Ji ber vê yekê li hemberî van êrîşan divê cîvak û saziyên navneteweyî  li hemberî vê rabin.

Li hemberî van êrîşên baviksalarî, berxwedan û xweparastin bi taybetî ên xweser pêwîst e. Ji ber ku ev qetilkirina jinên siyasî hêz û dewletên baviksalarî û kapîtalîst ên li çar aliyê cîhanê wek amur bikar tînin, pêwîst e di asta navneteweyî de têkoşîn bê kirin û di navbera tevgerên jinan û tevgerên civakî yên li çar aliyên cîhanê de tifaq bên çêkirin.

Em wek Kongra Star vê êrîşa baviksalarî ya li ser çar jinên Afgan şermezar dikin. Em bang li hemû hêzên navneteweyî dikin ku rewşa Efxanîstanê û kiryarên Talîbanê bêdeng tamaşe nekin, normalize nekin û îtîraf nekin.

Em jinên Efxanîstan ku bi tundî û qetilkiriê re rû bi rû dimînin li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî dikin. Dijî hemû sûcên Talîban em bang hemû hêzên demokratîk û rêxistinên jinan dikin ku bi civak û jinên Efxanistanê re hevgirtiyê nîşan bidin, bibin xwedî helwest  û tekoşînekî hevgirtî bikin.

Jin Jiyan Azadi!

Koordinasyona Kongra Star

Back to top button