Çalakî

Bi vîna gelan em ê textê faşîzmê û çeteyên wê bihejînin.”

Têkildarî pûçkirina hemû planên dijmin ên li dijî gelê Kurd û têkoşîna wî; Îro bi hezaran welatiyên herêma Cezîrê beşdarî merasîma oxirkirina her sê şehîdan (Şehîdên Komkujiya Taxa Hilêliyê) bûn.

Her sê şehîd (bapîr û kesayeta wî ya bi ruhê welatparêziyê hatiye honandin  Yûsif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo) di 8ê Mijdarê de gihiştin asta şehadetê, ku  ji aliyê firokeke bê mirov otomobîla ku  ew tê de bûn kir armanca xwe. Herwiha Cenazeyên şehîdan bi merasîmeke bi heybet li ser goristana şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo bi beşdariya bi hezaran şêniyên herêmê hatin veşartin.Girseya gel ji çerxerêya Sony ber bi goristana şehîd Delîl Saroxan ve dest pê kir û pankartên bi nivîsa “Bi vîna gelan em ê  textê faşîzmê û çeteyên wê bihejînin” û “Em komkujiya li dijî malbata kurd a welatparêz şermezar û lanet dikin.” “Em daxwaza pêkanîna qedexeya hewayî li ser dewleta Tirk a dagirker dikin” ev bi bang û daxwaz bi al û duruşmeyan li ser bajêr hatin bilindikirin .Di meşê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Qamişlo”, “Bi can  bi xwîn em bi terane ey şehîd ” û dirûşmeyên ku tekezî li ser berdewamiya berxwedanê û şopandina rêya şehîdan dikin hatin qîrîn û girseya gel bi vê qîrîna dirûşmeyan girseya gel heya goristana  şehîd Delîl Saroxan domand. Her wiha bi hezaran Kurdistanî,kurd, Ereb û Suryan li benda pêşwaziya cenazeyên şehîdan bûn.Beriya merasîmê dest pê bike bi hezaran kes ji bo giyanê  şehîdan deqeyek rêz girtin ,û piştre endama Desteya hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif axivî û got: “Apê Yûsif jibo doza kurd jiyana xwe ji dest da ew bav û kalê şehîdan bû, lê îro ewjî şehîd e”.Wê di berdewamiya axaftina xwe de got, “Apê Yûsif mînaka milîtanên ku têkoşîna wan tê esas girtin” û destnîşan kir ku ev êrîşên ku bandorê li herêmê û gel dike, ji bo şikandina vîna gelên herêmê û pûçkirina hemû projeyên ku Ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd tê meşandin.” Û wê teqez kir ku emê  li ser şopandina rêya şehîdan bimeşin, da diyarkirin ku wê ciwanên kurd tola vê komkujiya ku li sivîlan hat kirin hildin, destnîşan kir ku wê xwediyê van sucan zû yan dereng hesabê xwe werbigire.Piştre hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk Emîna Omer axivî û ev hedefgirtina hovane ya li ser sivîlan  şermezar kir û got: “Ev yek nîşaneya lawazbûna dewleta Tirk û tirsa ji projeya neteweya demokratîk e. û ji ber ku negihiştiye armanca xwe ya êrîşkirina herêmê, lewma van kiryarên hovane pêk tîne.”Piştre dayika şehîd Mezlûm Necah Gulo axivî û destnîşan kir ku têkoşîn heta ku ji bo azadî û rizgariya axê be wê bidome û di axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya dewletên navneteweyî û bêdengiya wan ji bo rawestandina van êrîşan.Di dawiyê de nasnameya her sê şehîdan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.Piştre girseya gel cenazeyên şehîdan bi duruşme û  tilîliyan spartin axa pîroz.

Back to top button