Çalakî

Kordînasyona Kongra star: “Konê Sêmalka Konê Şehîdên Rûmet û Têkoşînê ye”

Ji bo şermezarkirina xebatên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li dijî gelê Kurd, endamên Kongta Star a herêma Cezîrê serdana konê rûniştinê yê li deriyê Sêmalka yê bajarê Dêrikê hatibû vedan kirin.

Di 39mîn roja konê rûniştinê de ku ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve li herêma Cezîre, ji bo wergirtina cenazeyên her du şehîdan  Tolhildan Raman û Serdem Cûdî ku di kemîna PDKê ku li dijî gerîlayan  hatbû vedan de ku di encamê de 5 rêhevalên me jiyana xwe ji dest dabûn.  Îrojî bi dehan endamên Kongra Star li herêma cizîrê ji bo şermezarkirina sûcê hovane ya ku  li Xelîfan ji aliyê PDK ê ve li dijî hêzên Gerîla pêk anî ber bi konê rûmetê ve çûn; Û tekez kirin ku wê bi daxwazên  dayîkên şehîdan re bin. Beşdarên çalakiyê bi qîrîna dirûşmeyên şermezarkirina sûcên dijmin û îxaneta PDKê , bi bilindkirina wêneyên şehîdên Xelîfanê, alên Kongra Star û wêneyên Rêbertî bi dengê dayîkan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla ketin rê.Piştî ku derbasî deriyê sînor bûn ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz girtin. Paşê  ji aliyê rêveberiya Kongra Star a bajarê Hesekê Rîm Îsa ve axaftinek hat pêşkêşkirin û got: Îro em li vir kom dibin da ku xebatkarên Partiya Demokrat şermezar bikin û hevxemiya malbatên şehîdan bikin û bi daxwaza wan re bi israr bin heya serkeftinê.Di dewama axaftina xwe de diyarkir, “Cihê mixabiniyê ye ku sînor girtî mane, û ev helwesta  partiya îxanetkar helwestek e ku karê wî tekez dike û hemû êrîşên li ser herêmê bi agahiya dewleta Tirk in û di şoreşê de ji bo têkbirina rola jinan e.”Di dawiya axaftina xwe de ev tişt  got: “Gelê Kurd li dijî hemû pêkanîn û êrîşên dijminane bi hev re  bi yek bin.

Back to top button