Komîta civakî

salvegera 61 mîn a şewata sîmema Amûdê

jibo bîranîna salvegera 61mîn a komkujiya şewata sînema Amûdê îro li gulîstana Şehîdan a bajarê Amûdê  girseyê bi deqeyekê rêzgirtinê jibo giyana şehîdê komkujiya sînemê  û tevahiya şehîdên mirovahiya rawestiyan û  zarokên ku girêdayî komîteya Şilêr ji gorên zarokên ku di sînemayê de hatibûn şewitandin  destên gulan diyarîkirin û di derbarê komkujiyê de daxuyanî hatin dayîn .

Dîroka ku  di dil û mêjiyê civaka Kurdan de wekî roja qirkirina zarokan rû da.

Ev bûyera kû  tu carî nehat ji bîrkirin û nayê ji bîrkirin.

Ev karîsete di bîra Kurdan de,  bi şewate sinemaya Amûdê hate naskirin. Li ser fermanê rêveberê navçeya Amûdê ya Rêjîma Sûriye, ji bo temaşe kirina fîlmekî rexmê kû ne gorî temenên  zaroka ne. Lê bi darê zorê zarokên dibistanan kom kirin li sînemaya Şehrezad.

Dema nîşandana  fîlm de agir bi dîwar û bonê salê ket. Ev agirê ku geşdibe û naye tefandin, di nav xelekên wî agirî de 283 zarok bi awayekî hovane hatin qetil kirin.

Her wiha di demekê kêmtir ji nîv demjimêrê laşê wan bu xelî. Ew zarokên,civaka Kurd,Ereb û suryan Ev êrîşa hovane li serîda malbat û civakê de hêrsek mezin da avakirin.

Di wê bûyere de kesê ku para xwe ji mirovahiyê girtîye Muhemed Seyid deqorî bi awayekî can baxşane 12 zarok ji  vî agirî rizgar kir. Bi xwe jî vê bûyerê de jiyana xwe ji dest da . Xweliya wan li gorîstana Şermola hatin defin kirin.

61 sal li ser vê bûyerê derbas bû. Ew bûyera kû hişt bajar bi qêrîna zarokan û hewara dayîkan tijî bû. Em qet ji bîrnakin.Ev feraseta qîrker heman kiryaerên xwe rojane li ser zîhnîyetê,  pêwiste em xwediyê zarokên xwe derkevin ji bo pêşerojek azad ava bikin, em xwe rêxistin bikin.

Li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heman rêbazan pêk tînin.

Ev komkûjî di dirokê de wek rû reşiyeki ji rejima Sûrî bimîne.

Em carek din hemû kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîrtînin,û Vê zihnîyeta desthildarîya Sûrîyê şermezar û lenet dikin.

şerma  ji mirovahiyê re kû Di sedsala 21’an de ku zarok di van şert û mercên dijwar de dijîn tevî rêxistinên parastina mafên zarokan û qanûnên navneteweyî yên ku soza parastina mafên wan li hemû cîhanê dane,.

Ji ber vê yekê di vê roja bi êş de, em bang li civaka navdewletî û hemû hêzên civakî û siyasî dikin ku bi erka xwe rabin û mafên zarokên me biparêzin û rê nedin ku ev rejîmên diktator karesatên wiha dubare bikin.

13-11-2020

Komîteya Zarokan ya Qada Civakî

 

Back to top button