ÇalakîDaxuyanî

BI DURUŞMEYA TÊBIKOŞE TÛNDIYÊ Û DAGIRKERIYÊ TÊK BIBE

 

Bi mebesta roja tundiya li dijî jinan a cîhanî îro li baja qamişlo 20ê meha 11 an 2021 li bexçeyê xwendinê daxuyaniyek hat dayîn rêxistinên jinan yên ku tevlî vê daxuyanî bûn

2- Kongra Star

3- Yekîtiya Jinên Suryanî

4- Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD

5- Meclisa Jinan di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de

6- Meclîsa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk

7- Komîteya Jin a Rêxistina Mafên Mirovn li  herêmacizîrê

8- Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan li Sûriyê

9- Tevgera Jinên Ciwan

10- meclîsa Jinên Sûriyê

11- Koordînasyona Jin di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de)

Bi dirûşmeya “Têbikoşe, tundî û dagirkeriyê têk bibe ” em bi ruhê “Hevrîn Xelef,

Sewsen Bîrhat, Hind û Saeda, Denîz Boyraz, Leyla Agrî, Zehre Berkil, Kerîma

Lorana” têdikoşin. jinên berxwedêr ên ku li dijî zihniyeta pergala netewe-dewleta

baviksalarî têdikoşin, û ji bo vê têkoşîna xwe canê xwe feda dikin. Têkoşîna van

jinan û berxwedana wan a lehengî, ji bo me bûye ronahiya azadiya jin, em ê di rêya

wan de bi îrade û cesaret, bigihêjin jiyaneke bi rûmet û azadiya jin.

Xwîşk û hevrêyên me yên dozê!                                                                                                                      

bi hezarên salan ku qirkirinek li ser jin tê meşandin, Lê tu kesî kuştina jinan weke

qirkirina li ser wan bi nav nekir, Jinên têkoşer ên li cîhanê berdêlên giran dane, ji

Amerîkaya Latîn heta Tûnisê, ji Tirkiyeyê heta Polonya, ji Sûriyeyê heta Hindistanê,

ji Belarûsya heta Iraq, Lubnan, Pakistan û Afxanîstanê jin rastî zext û qirkirinê hatine.

Sîstema desthilatdariya mêr bi rêya ol, cudakariya zayendî û neteweperestiyê tundê

dimeşîne û domdar dike. bûyer û şehadeta xwîşkên Mîrabal li ser destê dîktator

Trorxîlo di rêya berxwedana jin de weke xala veguhertinê tê dîtin, roja şehadeta wan

weke bîranîneke dîrokî hate girtin, ku berxwedana jin a li hemberî zilm, neheqî û

mêtîngeriyê were ragihandin. Li ser vê rêgezê, komeleya Giştî ya Neteweyên

Yekbûyî di sala 1999an de biryar da ku her sal bîst û pêncê Mijdarê bibe Roja

Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jin li hemû deverên cîhanê, bi armanca rakirina tunda

li ser bingeha zayendî ya ku jin di hemû civakan de, rastî tundiyê tên, nemaze di

dema şerê çekdarî de. Em weke tevgerên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne şahidê

bûyerên ku jina Sûriyê di van dehsalan de derbas kirine. ku rastî tundî û binpêkirinên

herî giran û xerab ên weke destavêtin, îşkence, girtin û windakirinên bi zorê û

talankirina rûmet û azadiyê hatine, bi taybetî li herêmên ku dewleta Tirk dagir kiriye,

ku weke sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê tê dîtin, li ber bêdengiya dewletên

navneteweyî, Tevî ku tundiya li dijî jin bi hemû şêweyên xwe yek ji binpêkirinên herî

berbelav ên mafên mirovan û biryarên Neteweyên Yekbûyî li cîhanê ye, Lê ji sedî

70ê jinên cîhanê di jiyana xwe de rastî tundiyê tên, nemaze piştî ku ji aliyê

desthilatdar û dewletan ve bûye kiryareke sîstematîk, ev yek bi awayekî herî xirab

derketiye holê.

Lewra nirxandina vê rojê weke destpêka berxwedana jinê ya dîrokî were hesibandin,

wê weke şaşîtiyeke dîrokî û şermezarkirina berxwedana jin ya di dîrokê de were

dîtin, ji ber tundî xwedî dîrokek kûr e, û li hemberî vê jî berxwedaneke lehengî hebû,

Lê belê dîroka ku bi destê serdest û desthilatdaran ve hatiye nivîsandin, aliyê têkoşîna

jinê ya ji bo parastina hebûn û xweseriya xwe ji holê rakiriye. Sedsala bîst û yekê

weke sedsala azadiya jin tê dîtin, xwîşkên me, hevrêyên me û hemû jinên dildarên

azadiyê, em ji erdnîgariyeke ku bi berxwedana xwe hêzeke weke DAIŞ’ê têk bir,

dengê xwe bilind dikin.

Na ji tundiyê re, na ji dagirkeriyê re, na ji şerê çekdarî re, na ji şer re, na ji guhertina

demografîk re, na ji qirkirinê re, na ji kuştina jinan re.

Em bi wesîleya vê rojê careke din bang li xwîşkên xwe yên hemû cîhanê û bi taybetî

xwîşkên xwe yên sûriyê dikin, bi hevgirtin û yekbûneke gerdûnî ya têkoşîna azadiyê,

em dikarin wê pergala tunderew têk bibin, pergaleke bi rengê jinê bi bîrdoziya jinê ya

ku wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê di nava xwe de dihewîne, em dikarin ava

bikin, ew hêz, biryardarî û vîna me heye û di vî alî de, em ji xwe bawerin.

Li ser vê bingehê em weke jinên bakur û rojhilatê Sûriyê û bi dirûşmeya “Têbikoşe,

tundî û dagirkeriyê têk bibe” ji 20’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê rêze çalakiyan li dar

bixin.

Bernameya kampanya me wiha ye:

dayîna semînerên giştî û taybet ji jinan re li gund, bajarok, navçe, sazî û kampan li

ser (tundî û cureyên wê – tundiya siyasî – zagonên jin – awayên zewacê).

dayîna semînerên giştî ji bo guhertina zihniyeta mêran.

Vekirina dewreyeke perwerdeyî ji bo mêran.

Lidarxistina gotûbêjekê li ser înternetê.

– Lidarxistina semînereke diyalogê ya giştî derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

– Lidarxistina atolyeyên derbarê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

– Lidarxistina platformên giştî û bernameyên Televizyonê.

Nîşandana şano û pantomîman li cihên giştî.

Belavkirina broşuran bi boneya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya cîhanî.

Lidarxistina meşên taybet ji bo jinan li hemû kantonan.

Lidarxistina meşên taybet ji bo mêran li hemû kantonan.

Kampanyaya Haştag li ser medyaya civakî.

Komîteya اalakiyên Tevgerên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

20 / 11 / 2021

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27