ÇalakîDaxuyanî

Kongra Star bernameya xwe ya çalakiyên 25’êMijdarê eşkere kir

Ev çalakiyên ku wê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Kongra Star ve bên lidarxistin, bi taybetî diyarî jinên Efrînî û Afganîstanê û bi giştî hemû jinên ku ji bo rizgariyê xebat û têkoşîn dikin.

Û bernameya çalakiyên roja cîhanî ya li dijî tûndiya li ser jinan îro Şemiyê 20.11.2021 bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate eşkere kirin.1_ mijar jinên Efrînî yên ku rastî her cure tundî û işkenceyê tên (jenosîda jinên Efrînê), û plansaziyeke berfireh ligel Komîteya Dîplomasî û Weqfa Mafên Jinan, ji bo komkirina istatistîk û dosyeyan û lidarxistina bernameyên girêdayî vê mijarê; Lidarxistina panelan (logo) û nîqaşên din ên taybet û wan kirina rojeva her seatê.2_ komxebata platforma jinan ku mijarên wê li ser analîzên civaknasî û şîdetê û nîqaşên li ser analîzên Rêber Abdullah Ocalan (Analîzasyona Civakî) ya li ser tundiya ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi rêya çapemenî (televîzyon) û hevdîtinan tê kirin, pêk tê.

3_ Lidarxistina semînereke diyalogê bi rêya twîtterê di derbarê tundiya li ser jinan û sedemên tûndiyê û rê û rêbazên kêmkirina vê tûnsiyê li ser jinan.

4_ Lidarxistina sempozyûmeke diyalogê ya giştî ji bo gengeşekirina mijara tundiya li ser jinan, sedemên tundiyê û rêyên kêmkirina tundiyê ji bo jinavbirina wê.

5_ Li hemû parêzgehan lidarxistina meşan ji bo jinan. Her wiha li hemû parêzgehan ji bo mêran meş bên lidarxistin.

6_ Li gund û bajarok û navçeyan di roja cîhanî ya nehiştina tundûtîjiya li ser jinan de ders bên dayîn.

7- Ji bo guhertina û vrguhertina zihniyeta zilamtî dayîna semîneran ji zilaman  re.

8_ di vê rojê de pêşkêşkirina sînevizyonanlı hemû deveran.

9_ Vekirina pêşangehekê ji bo nîşandana dîmenên têkildarî tundiya li ser jinan û têkoşîna wê, ji bo cihên giştî yên qerebalix wê çalakiyên şermezarkirina tundiya li ser jinan û balkişandina ser têkoşîna jinan bên lidarxistin.

10_ Encumena Edaleta Jinê, Asayiş û Navenda Mafên Mirovan dosyayeke istatistîk derbarê tundiya li ser jinan ji bo sala 2021ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dikin û di medyayê de wê bê belavkirin.

11_ Ji bo xatirê jinên Afganî û hemû jinên berxwedêr ên ku ji ber hilgirtina nasnameya xwe ya siyasî hatin qetilkirin û têkoşîna wan a di warê siyasî de, rojek taybet ji bo wan hatiye destnîşankirin û ev roj ji bo wan hatiye diyarîkirin. lidarxistina bûyer û çalakiyan; Ji ber ku qada şoreşa jinê ye ev xebat û çalakî ji Rojava destpê dikin û ev peyam bi awayekî bi bandor tên arastekirin û nîşandayîn.

 

 

 

 

 

Back to top button