Çalakî

Bi boneya 25’ê Mijdarê şehîdên komkujiya Helincê hatin bibîranîn

Di 23’yê Hezîrana 2020’an de balafireke bêmirovî a dewleta Tirk maleke sivîlan li gundê Helincê hedef girtibû, di encamê de dayika Emîne Weysî ya xwediyê male, endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Zehre Berkel, têkoşer û endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Firatê Hebûn Mela Xelîl şehîd bûbûn. Têkildarî vê yekê û bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jınan a Cîhanê meşek li gundê Helincê li cihê komkujiyê hat lidarxistin  û tê de bi dehan jin beşdar bûn.

Meş ji rêya Şêran-Helincê dest pê kir û ber bi mûzexaneya komkujiya Helincê ve çû, di meşê de wêneyên şehîdên komkujiyê û kulîlkên sor hatin hildan.

Di 23’yê Hezîrana îsal  roja salvegera yekemîn a komkujiyê de , mala ku her sê jinên têkoşer tê de şehîd bûbûn de bû mûzexane û tê de tiştên taybet ên her sê têkoşeran û wêneyên wan hatin parastin.

Meş li cem mûzexaneyê vegerî mîtîngê û beşdaran deqeyek rêz girtin. Dûvre Hevseroka TEV-DEM’ê ya herêma Firatê Cîhan Derwîş her sê şehîdên komkujiya Helincê  bi bîr anîn û dewleta Tirk şermezar kir.

Cîhan Derwîş wiha got:” Dewleta Tirk a dagirker sûc û binpêkirinan li dijî jinên li herêmên dagirkirî bi tevahî cûreyên tundiyê pêk tîne, lê ne tenê li dijî herêmên dagirkirî, lê belê li gundê Helincê jî komkujiyek li dijî têkoşerên Kurd pêk anî.”

Cîhan Derwîş destnîşan kir ku dewleta Tirk ji ber tirsa ji jina azad wê armanc dike û tevahî rêbazên rundiyê li dijî jinan pêk tîne ku vîna wê bişikîne.

Cîhan Derwîş di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku di Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de li hember dagirkeriya bisekinin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn beşdar derbasî mûzexaneyê bûn û li pêşiya wêneyên şehîdan mûm pêxistin û gulên sor danîn .

Ev çalakî yek ji rêzeçalakiyên ku Koordînasyona Kongreya Star, Rêxistina Sara û saziyên jinan ên herêma Firatê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê li dar dixin, pêk hat.

Back to top button