Dîplomasî

Li welatê bask ê şandeya jinên bakur û rojhilarê suriyê pêşwazî kir

Meclîsa Şaredariya Dûrango li (Welatê Bask) şandeyek  ji jinên Kurd ên Rojava pêşwazî kirin. Armanc ew bû ku têkiliyên di navbera herdu gelên ku piştî şer zirar dîtine xurt bikin. Şaredarên Gernîka û Otxandio jî beşdarî çalakiyê bûn

 

Meclisa bajarê Durangoyê  di roja sêşemê  de 30. 11 li bajarê Biscayê pêşwaziya Narîman Evdike, Rawda Hesen û Menal Mihemed kir. Her sê jin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin ji bo têkiliyên di  navbera her du gelan  de xurt bikin. Di rastiyê de, hem Durango û hem jî Kobanê neçar bûn ku bandorên şer ragirin, ji ber vê yekê wan di sala 2017 de peymanek hevkariyê  dan moh kirin.

 

Bi bursên ku di vê peymanê de hatine lihevkirin û bi navbeynkariya Komeleya Suargî, li Kobanê akademiya jinan hat avakirin ku perwerde bîrdozî dide jinan. Di sala 2018’an de grûpek ji Durango hatibû  kobanê da ku projeyê ji erdê bicîh bikin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27