Dîplomasî

îro hevdîtina 3 ê jinên bakur û rojhilarê suriyê a bi şaredariya li welatê bask bi encam bû

Şandeya jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê yên ku doh li Welatê Bask hatin pêşwazî kirin îro hevdîtinek bi parlamentoya Navarra pêkanîn.

Menal Mihemed endama komiteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star, Narîman Avdike Hevseroka Dîwana Wêjeyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê û Rewda Hesen Hevseroka Desteya Çandê ya herema Cizirê û endamên parlamentoya Navarra bi navê Laura Aznal, Arantxa Biurum, Blanca Requlez, Patricia Perales, Anihoa Aznarez di hevdîtinê de amade bûn. Endamên parlamento ji 4 partiyan yên navê wan Eh Bildu, Podemos, Partido Socialista û Gero Bail yê pêk tên.

Di hevdîtin de li ser rewşa heyî di herdû welatan de hate nirxandin û niqaş li ser mirov çewa dikara alîkariyê jin û civaka li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bike û tekiliyên xurt di navbera gelên Bask û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bikin. Endamê Parlamentoya Navarra  wê di demê nêz de encam û mijarên hatine nîqaşkirin wê bi daxuyaniyekê were ragihandin

Back to top button