Dîplomasî

hevdîtinên şandeya jinên bakur û rojhilatê suriyê li welatê Bask didome

Îro Komîsyona Mafên Mirovan, Wekhevî û Edaletê ya Parlamentoya Baskê bi şandeyek berdevkên jinan ên ji pêkhateyên cuda yên Bakurê Sûriyeyê re civîneke pêk anî.

Di civînê de binpêkirinên mafên mirovan ên Tirkiyê li herêmê, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û naskirin û piştgiriya Parlamentoya Baskê ji bo Rêveberiya Xweser hatin gotûbêjkirin.

Her wiha civîn bi van hurguliyan berdewam kir

Di civînê de rêxistin û xebata Kongra bi berfirehî hatin pêşkêşkirin û meclîsên cuda yên jinan hatin danasîn weke Meclîsa jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biberfirehi hate şîrove kirin û rola jinan jî di rêveberiya xweser de hate vegotin. Herwiha ji her du aliyan hate eşkerekirin ku ew dixwazin di paşerojê de xebatên hevbeş pêşbixin û têkiliyên xurt ava bikin. di heman demê de wekheviya zayendî ji bo her du rêxistinan yek ji mijarên herî girîng u sereke bû . Di dawiyê de, hûrguliyên têkiliyê hatin guhertin. Û Jinên Rojava Enstîtuya Jinê ya Baskê ya Emakunde, dawetî Rojava kirin.

Back to top button