ArşîvÇalakî

Rakirina hişmendiya tûndiyêli hember jin û gihandina civakeke bê şîset

Ji bo Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê semînerên zaniyariy hê jî dewam dikin. Ev semîner ne tenê ji aliyê jinan ve yan jî ji jinan re tên dayîn, ji giştî re û ji aliyê mêran ve jî tên dayîn.

Til TemirLi Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê parêzer Xalid Cebr ve bi amadebûna 65 zilamên taxê ji bo mêrên taxê semînerek taybet hat dayîn û sernavê wê semînerê di derbarê vê rojê de bû.Berî destpêkirina semînerê, beşdaran deqeyek rêz ji giyanê  şehîdan re girtin û piştre jî parêzer Xalid semînerek  di derbarê rê û rêbazên ku ewê çawa tûndî bê bi dawî kirin û ji vê  diyardeya tundûtûjiyê  re sînor werin danîn weha seminer  bi dawî bû, nemaze ku ew seminer  taybet bû ji bo mêran û ji aliyê mêr ve hat dayîn.Di heman çarçoveyê de li Til Mexas a navçeya Til Temirê bi beşdariya 20 jinan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve û li bajarokê El-Garra yê gundê Ebû Fexîd ji aliyê Mala Jinê ve semîner hate dayîn. 15 mamoste jî beşdarî semînerê bûn û li dibistanê ji aliyê saziya Perwerdeyê ve hat dayîn.

Şeddadê- Di 30.11.2021’an de li gundê El-Salman a ser bi bajarê Abdan ve li ser şîdeta li ser jinan, 10 jin beşdar bûn û ji aliyê rêveberiya Kongra Star a bajêr ve hate dayîn. 1’ê Kanûna 2021’an li gundên El-Naîfa û Ebû El-Roj ên girêdayî bajarokê Abdan a Şedadê bi beşdariya 18 jinan û krîza aborî ku dibe sedema gelek pirsgirêkên civakî du semîner hatin dayîn. û şîdetê bi ser jinan de tîne û îmkana gihandina çareseriyên munasib ji van pirsgirêkan re hate nîqaşkirin û ji aliyê Komîteya Perwerdê ya Kongra Star  û Arşîva Mala Jinê ve semîner hat dayîn, nîqaş li ser bûyerên tundiyê bi giştî û çareseriyên pêwîst hatin kirin.Îro 12.02.2021ê li gundê Ezzawî yê girêdayî navçeya Şedadê ji aliyê Komîteya Perwerdeyê û Komîteya Aborî ya Kongra Star ve bi amadebûna 31 jinên gund 2 semîner hatin dayîn û di derbarê mijarê de nîqaş hatin kirin. tundûtûjî bi giştî, bûyerên şîdetê û rêbaza ji holê rakirina tûndiyê.

Wargeha Waşokanî -Di beşa A (1-2) de ji aliyê Rêveberiya Kongra Star  a kampê ve 2 semîner hatin dayîn û 30 jin beşdar bûn ,sedem û şêweyên sîdetê hatin nîqaşkirin.Îro 12.02.2021ê sê semîner  ji bo beşên A3, A4 û A5 ji bo jin û mêran hatin dayîn.Herjmara beşdarvanan 67 jin û mêr bûn, pirs û gotûbêj baş bûn û ev yek jî bi awayek baş hat pejirandin.Tê zanîn ku îro ev Hemle li kampê bi dawî bû.Nêrînên ku hatin pêşkêşkirin hemû ji bo pêşxistina civakê, sînordarkirina vê diyardeyê û ji holê rakirina şîdeta di nava civakê de û bi taybetî jî li ser jinê .Ev semînerên ku heta niha li gund, bajarok û navçeyan berdewam in, ji rêze çalakiyên ku ji bo bîst û pêncê Mijdara a îsal hatibû diyarkir.

Kampa (Serêkanîyê)- Îro pênşem 12/2/2021 ji jinên di kampê de ji aliyê rêveberiya Kongra Star ve di kampê de semînerek hate dayîn û mijara wê  di derbarê roja cîhanî ya li dijî tundiya li dijî jinan û rêya  pêwîst jibo rizgarkirina ji rewşên wiha, û ji aliyê jinên ku tevlî van semîneran bûne, bi awayek erênî hat qebûlkirin û li ser vê mijarê hat nîqaşkirin .

Back to top button