Dîplomasî

Li ser banga rêxistina Sol Kurd konferans li ser têkoşîna jinên Rojava hate li darxistin

 

Li ser banga rêxistina Sol Kurd , li paytexta Swêd Stockholmê di 4ê – 12-2021 li ser têkoşîna jinên rojava  û binpêkirinên li herêmên dagirkirî yên dewleta Tirk û komên çekar ên girêdayî wê konferans hat e li darxistin.

Konferans li ser sê xalan pêk hat Asiya Abdullah li ser geşedanên dawî yên siyasî li Bakur û Rojhilatê Suriye axivî.

Xala duyem jî li ser organîzekirina Kongra Star bû,ku Berdevka Têkiliyên Dîplomasî ya Kongra Star li Ewrupayê Dilşa Osman bi berfirehî li ser pêkhateya rêxistinî ya Konferansê axivî , her wiha li ser gundê jinwar axivî.

Di konferansê de .pêşandaneke televizyonê ya li ser binpêkirinên dewleta Tirk û çwteyên wê yên li dijî jinan li herêmên dagirkirî .piştî   pêşandana televizyonî rêvebera  navenda lêkolîn û parastina mafê jinê ya Mediya Abdê axifî  û di axaftina xwede behsa binpêkirin û çewisandinê kir û rêyên rûbirûbûna ji aliyên  qanûnî .

Herwiha dem ji bersivdayîna pirsen beşdarvanan re hat veqetandin û naveroka mijarên ku konferans din ava xwede dihewand hatin şîrovekirin .

Piştî konferansê jibo zarokên jinwarê diyarî jibo sersalê hat peşkeş kirin.

Back to top button