Arşîv

Jin serkêşiyaTrafîkê dike

Li navçeya Eyn Îsayê xebatên birxistinkirina tevgera çûnûhatinê bi serkêşiya jin tê kirin. Di saziya Tafîkê de 4 jin dixebetin û di nava her beşên saziyê de cih digirin.

Di dema desthilatdariya rêjîma Baas û dagirkeriya komên çete de, rola jin hatin windakirin. Her çiqasî di saziyên dewletê de jin dixebitin jî lê dîsa jî jin wekî amûr dihate xebitandin, di dema dagirkeriya komên çete  jî de jinan ji her tiştî, erk û mafê hatibû dûrxistin. Ne tenê wisa, lê belê qanûnên hişt  li ser wan hatibûn ferizkirin, ji wan derketina bi tenê xwe hatibû qedexekirin.

Bi pêvajoya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê û îlankirina projeya Rêveberiya Xweser re, ku bi pêşengtiyan jin hatî destpêkirin û didome, jinan ji hemû pêkhateyan di her qadan de pêşengtî kirin û roleke çalak ji bo avakirina civakake exlaq û polîtîk da meşandin.

Li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya herêma Firatê piştî ji aliyê QSD’ê ve ji çeteyan hate rizgarkirin, pêvajoya xwebirêveberinê û ji nû ve avakirinê hatin destkirin. Di vê pêvajoyê de, jinan xebateke çalak û bi hêz dane meşandin, da ku mafên xwe yên ku bi hezarên salan ji dest wan çûne vegerînin. Di her saziyan de xebateke çalak didim meşandin.

Yek ji navendên sereke ku jin berşdarî bûye jî Polîsên Tirafîka jinê ye. Li navçeya Eyn Îsa navenda Trafîkê di Tebaxa 2017’an de hat vekirin.  Jinê di tirafîkê de rola aktîv lîstiye û bi zanebûna xwe dest bi karê xwe kirine û rêxsitinkirina gel û sekna jin dane îsbatkirin.

Li navnenda Tirafîkê  ya Eyn Îsa 4 jinan piştî ku dewreya perwerdeyê derbarê trafîkê de bi dawî kirin, dixebitin. Endamên jin ji seat 08: 00 heta 16.00’an karê xwe berdewam dikin û sîstema wan jî li hundurê navçeyê her 2 kîlometreyan nuqteyekê ji bo rêxistina erebeyen çêkirine.

Ji derveyî navçeyê jî li her gundekî nûqteyên wan hene. Di karê wan de gelek beş hene wekî Arşîv, Raghandin, Rêveberî û hwd.

Beşdarbûna jin di nava xebatên trafîkê de tiştekî balkêşe e ku cara yekemîn di dîroka herêmê de tê dîtin e. Lê beramberî wê jî civakî vê gavê dipejirîne û pêwazî dike wekî ku endama Polîstên Trafîkê Beyan Ehmed tîne ziman.

Beyan Ehmed El-Mirî diyar kir ew kêfxweş e ku cihê xwe di nava trafîkê de girtiye û anî ziman ku armanca wî ya tevlîbûnê civakê birêxistin bibe.

Beyan her wiha bi bîr xist ku di dema dagirkeriya çeteyan de qedexe bû jin di nava saziyan de bixebite, an bi tenê xwe ji mal derkeve û wiha domand, “Di dema dagirkeriya çeteyan de, wekî ku jin di zindanê de be. Her tişt li dijî jinan didan şûxulandin da ku kole bimîne. Niha ji fersendeke hatiye, divê em ji nû ve rabin û xwe xurt bikin. Banga min ji hemû jinan re bila, xwe perwerde bikin, rêxistina xwe xurt bikin. Ji ber ku avakirina civaka exlaq û polîtîk bi jinê dest pê dike.”

Back to top button