Çalakî

Civîna salane ya Kongra Star a herêma Firatê

Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê îro Şemiyê 4’ê berfanbara 2021’an civîna xwe ya salane ji bo rêveber û endamên Kongra Star li kantona Kobanî, Girê Spî û Eyn Îsa, dibin diruşmeya “Bi berxwedaniya Jina Azad re em ê dagirkeriyê têk bibin û Rêber APO azad bikin” li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan destpê kir, piştre perspektîf hate xwendin û nirxandina rewşa siyasî û raporên karûbarên salê hatin xwendin û nirxandina kar û xebatên ku di nava salê de hatiye kirin ji aliyê Koordînasyonê ve a 2021’an û bi taybet li ser rewşa jinan nirxandin û nîqaş hate kirin.
Civîn bi rexne û rexnedayîn hatin temamkirin û bi nîqaşa nêrînan û pêşniyar hatin nîqaşkirin.
Her wiha civîn bi danîna planên pêşerojê yên sala 2022’an bi dawî bû. Plan wiha hatin rêzkirin:
Li hemû bajaran komxebat li ser mijarên (tundî, zayendperestî û hevjiyana azad) were lidarxistin.
Ji bo zilaman dewreyên perwerdeyê werin vekirin.
Ji bo jin, mêr û malbatan dewreyên perwerdeyê li gundan werin vekirin.
Vekirina kargeha (Fîna Cîn).
Aktîvkirina komîteya dîplomasî

Back to top button