Çalakî

Nameya Kongra Star ji bo pîrozbahiya Amina Husên e ji bo wergirtina xelatê Anîma

Evarbaş, ev nameya Kongra Star ji bo pîrozbahiya Amina Husên e ji bo wergirtina xelatê Anîma ye: Birêz Amîna,
Em wek Tevgera Jin Kongra Star ku zêdetirî 15 sal in li Rojava û derveyî welat bi çalake, wergirtina Xelata Anîma ya 2021’an a ji bo Parastina Mafê Jinan û Serweriya Kurd, we pîroz dikin. Şoreşa jinê ya li Rojava hêz û deng daye gelek jinan û dema em dibînin ku ev hêz deng vedaye em gelekî pê kêfxweş dibin û hîn zêdetir hêz distînin. Fedekariyên jinan ji bo mafên jinan li Rojava û hemû cîhanê dane vala derneketine û di kêliyên bi vî rengî de careke din diyar dibe. Tu wek jinek Kurd ji Qamiṣloya rengîn, ruxmî ku milê fîzîkî dûrî welatê xweyi dev ji vê dozê bernedayi û ji bo mafên jin dixebitî, ev yek cîjê kêfxweşiye. Iro şerê ku li ser Rojava û giştî Kurdistan tê kirin bi taybet jî jin û mafê jin hedef digire. Tekoşîna hemberî van êrîşan û parastina şoreşê divê ji hindurê û dervayî welat bê meşandin. Ji ber wê yekê em tekoşîna te û wergirtina xelatê pîroz dikin.

Jin Jiyan Azadî. Kongra Star

 

Back to top button