ArşîvDaxuyanî

Jİ RAYA GİŞTÎ RE

Ji despêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê û avakirina statuya xweseriya demokiratîk êrîşên dewleta Tirk nehatiye rawestandin , heya vê kêliyê êrîşên wan berdewam dike , her car bi awayê armancgirtina hemwelatiyên herêmê             , hemwelatiyên ku  dibin pêşengên  pirojeya rêveberiya xweser diki hedefa êrîşên xwe  . her kes vê polîtîkaya dewleta Tirk ya dagirkeriyê , ya qirkirin û desteserkirinê dizane , ev êrîş jî her li ber çavên dunyayê tê kirin , lê mixabin dema êrîş  li ser gelê kurd û pirojeya wan pêk tên saziyên mafên mirovan û dewletên navnetewî lal dibin . lê eger zindiyek li cîhan birîndar dibe her kes doza mafê wê zindiyê dike dike .

Her wiha ji ber bêdengiya navnetewî li hember kiryarên di der heqê gelê kurd û pirojeyan me de dibe , mînaka bûyera  armacgirtina Apê yûsif Gulo û neviyên wî , her carekê  jî li cihekî  din ev bûyer dûbere dibin weke bûyera îro li Şengalê rûda û di encamê wê de hevserokê desteya Rêveberiya xweser ya Şengalê di saetên vê sibê de roja sêşem ê di dîroka 07.12.2021 şehîd bû , helbetê vedigere sedemên paşguhkirina dewletên navnetwî ji kiryarên ku dewleta Tirk dike .

Gelên êzîdxanê yên ku bi biryara xwe birêve bibin û êdî li hember qirkirinekê din xwe biparêzin rêveriya xwe ya xweser, artêşa xwe û asayîşa xwe avakirin , îro dîsa li hember qirkirina pirojeyên  xwe rû bi rû tên .

Eger îro ev êrîş di kesayeta ş.Merwan Bedel xwedêda de hat kirin , tê wateya ku dewleta Tirk pirojeya rêveberiya xweser qebûl nakin û bi her awayî  metirsiyan jiyan dikin ku fikirekî demokrat belav bibe û tevahî gelên azadîxwaz jî pêşengtiyê jê re bikin , êdî bi van êrîşan dixwazin tirsê di dilê gel de bidin avakirin û jijiyanekî ji nû ve bi  koledariyê dibin rehma PDK ê  de bihêlin .

Em  weke rêxistina kongra star êrîşa dewleta Tirk li ser Şengalê û armancgirtina hevserokê desteya rêveber ya Şengalê  Merwan Bedel xwedêda şermezar dikin , her wiha  em hikûmeta başûrê Kurdistanê û dewleta iraqê jî şermezar dikin ku ezmanê wê vekiriye û di nava xwe bargehên dewleta Tirk dihewîne û  bi temamî li beramber van kiryaran di nava bêdengiyê de ye.

Dîsa em dibêjin şehadeta pêşengan îsrar û hêza me ji  bo tolhildan û serxistina pirojeya rêveberiya xweser xurtir dike.

Şehîd namirin .

Sersaxî ji malbata Ş. Merwan Bedel xwedêda û tevahiya  gelên êzîdxanê .

Kordînasyona kongra star.

Dîrok : 07.12.2021.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27