ArşîvNûçe

Yekemîn Rûniştina doza Îda hat dîtin •

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo ji ajansa Jînha re axifî û da zanîn ku piştî 5 mehan di encama lêkolînên li ser bûyerê hatin kirin de yekemîn da nişîna doza Îda El-Hemûd El-Sedo 4’ê Kanûnê hat dîtin. Evîn bilêv kir ku hîna doz dewam dike û weke Kongra Star ewê şopdarê dozê bin. 

Hesekê – Zaroka bi navê Îda El-Hemûd El-Sedo tîrmeha derbasbûyî ji aliyê bira, kurap û apê xwe ve hate qetilkirin û dîmenê qetilkirina wê li ser malperên civakî hat belavkirin. Di serî de Kongra Star tevgerên jinan nerazîbûn nîşanî bûyerê dan û li hemberî wê rabûn. Kongra Star a Hesekê li taxa ku Îda lê hatî qetilkirin bi meşekê ew sûc protesto kir û gotin: “Em ê hesabê vî sûcî bipirsin û nahêlin qatil bi rihetî bigerin.” Paşê jî li ser bûyerê lêkolîn hat despêkirin, li ser encamên derketî runiştina doza Îdayê hat dîtin. Di yekemîn runiştina doza Îda ya 4’ê Kanûnê li Dîwana Edaleta Civakî ya Hesekê despêkirî de  Hêzên Ewkelariya Hundirîn Asayîş û Asayîşa Jinê, Dîwana Edaleta Civakî û Kongreya Star amadebûn. Di d erbarê dozê de endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo ya di runiştina doze de amadebû ji ajasna me re behsa rûniştinê kir.

Evîn Paşo bal kişand ser hişmendiya mêrê serdest a rê li pêşiya bûyerên wiha vedike û wiha domand: “Di nava şoreşa ku nêzî 10 salan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike de xebatên me dibiniya Kongra Star de ji bo guherîna hişmediya mêrê serdest dewam dike. Pirsgirêka sereke ya civakê tayîbetî jî civakên Rojhilata Navîn pirsgirêka newekheviya zayendî û biçukdîtina jinê ye. Ger pirsgirêkên newekheviya zayendî neyên çareserkirin, pirsgirêkên din jî bê çare dimînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em hewla çareseriya vê didin.”

4 kesên ji doza Îda hatine girtin hatin darezandin

Evîn li ser bûyera qetilkirina Îda jî ev tişt got: “Zaroka bi navê Îda El-Hemûd di Tîrmeha vê salê de, ji aliyê malbata xwe ve bi regekî pir hov hate qetilkirin. Qetilkirina Îda pir bi êş bû û ya din jî dixwestin ku bi darê zorê bidin zewcandin. Piştî vê bûyerê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş û Asayîşa Jinê, dest bi lêkolînan kirin jib o ew kesên ku ev bûyer pêk anîn e, bigrin. Em jî wekî Kongreya Star a bajarê Hesekê, em xwediyê wî mafê ne ku parastina mafê jinan bikin. Ji lewra me dozek ji Dîwana Edaleta Civakî re pêşkêşkir ku em wekî aliyekî îda bin, li ser kesên ku ev bûyer pêk anîbûn. Piştî lêkolînên Asayîş û Dîwana Edaletê, 4 kes hatin girtin lê gelek kesên din ên di vê bûyerê de rola sereke lîstine, heya niha nehatine girtin. Birayê wê yê ku bi destê wî Îda hate qetilkirin, kesê ku bira teşwîqî qetilkirinê kir, yê din jî apê wê ye û yê çaremîn jî kesê ku li ser bûyerê amade bûn û bû alîgirê bira û pêşiya wî negirt.”

Evîn da zanîn ku piştî lêkolînan, yekemîn rûniştina doza Îda hate destpêkirin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ji ber Kongreya Star wekî aliyekî parêzvaniya doza Îdîa ye li kesên ku ew zarok qetilkiribûn, di yekemîn rûniştina doza Îda hat destpêkirin de, amade bû. Despêkê li gotinên wan hatin guhdarkirin. Ji bo pirsên ku bên kirin jî di hundirê rûniştinê de, me jî amadekariya xwe jêre kiribû. Lê ya balkêş ew bû her dû birayên Îda yê, temenê wan ne pir mezin bûn, gotin ku me bi nêrîna “Namûsê” li xwûşka xwe nenêrîye, ji ber ku ne tenê xwûşk, dayik ango hevjînên me namûs in. Tiştekî wiha em red dikin, tenê ev bûyer bi destê birayê me yê mezin hate kirin.”

“Heta fail hemû neyên darezandin dê doz bidome”

Evîn bal kişand ser nêrîna parêzeran û ev tiş anî ziman: “Nêzîkatiyên ew kesên ku hişmendiya wan vedigere 5 hezar sal berê, ku di mejiyê wan de hatiye rûniştandin û dibêjin namûsa me tenê jin e, derketin holê. Mixabin! Ew kes jî parêzer bû û xwest ku doza qetilkirina Îda veguherîne doza şuştina namûsê. Wekî Kongreya Star jî me nerazîbûnên xwe li hemberî wê dan û danesîna maf û dema ku em parêzvanên mafan bin, em ê çawa parêzvanê jiyanê bin. Her wiha doza namûsê ya ku di pergala Rêveberiya Xweser a hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de tune ye, kir. Ev rûniştin wê dewam bike.”

Evîn da xuya kirin ku doza Îda bû dozeke cîhanî û wiha dom kir: “Şêwazê qetilkirina Îda û kişandina vîdyo û belavkirina wê, ji bo me wekî rêxistineke ku mafê jinan diparêze, êrîşek li ser destkeftiyên şoreşa jinê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû. Doza Îda ne tenê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê ango Sûriyê de sînordar ma lê belê, doza Îda bû dozeke cîhanî. Ji ber vê yekê jî, em vê dibêjin; çi jin û çi mêr bin, yên ku ji mafê xwe dibînin jiyana mirovekê bi dawî bike, bila ji bîr neke ku li welatek ê edalet lê tê pêkanîn û çiqas dem jî derbas bibe, wê werin cezakirin dijîn.”

Doza Îda hat taloqkirin

Evîn Paşo bibîrxist ku dê doz dewam bike û wiha dom kir: “Dibe ku doz dirêj bike, ji ber ku berfireh e û gelek kesên nehatine girtin jî hene. Heya ku biryara dawî derbikeve dê xebat bidome. Em ê heya dawî di van rûniştinan de amade bibin, heya ku edalet pêk were. Em vê jî dibêjin, li cihekî ku jêre dibêjin li wir şoreşeke jinê heye, wekî rêxistina jin em ê parêzvanên jinan bin û ji bo standina mafê jiyanê jî em ê piştgirî bidin wan. Taybet ji bo doza Îda jî, em dibêjin doza wê doza me hemû jinan e, ji lewra em ê ji bo edaleta wê jî têbikoşin.”

 

Back to top button