ArşîvÇalakî

BI TEKOŞÎNA JINA AZAD Û XWÎNA ŞEHÎDAN EMÊ BI SERKEVIN

 

Îro Înê 10.12.2021, civîna salane ya Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşmeya “Bi têkoşîna jina azad û xwîna şehîdan em ê bi ser bikevin” hate lidarxistin. Civîn li Akademiya Jin a bajarê Tebqayê hate lidarxistin.

Bi amadebûna nûnerên meclîsên jinan ên  malbatên şehîdan ên herêma Cizîre, Kobanî, Efrîn, Heleb, Minbic, Tebqa, Reqa, Dêra Zorê û bi amadebûna mêvanên Tevgera Jinan, Kongra Star, Jinên Zenobiya. Civîn, Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, hevserokatiya Meclisa Rêveber  a li Tebqa. Beriya destpêkirina civînê beşdarên civînê ji bo giyanê  şehîdan deqeyek rêz girtin. Piştre çend gotin hatin pêşkêşkirin û li ser navê  Kongra Star ji bo civîna salane ya Meclîsa Jinan a Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê endama kordînasyonê Remziya Mihemed axivî; Di destpêka axaftina xwe de got: Qonaxa ku em li herêmê tê de dijîn, bi taybetî di nava şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyê de, pir nazık e ji ber ku ew qonaxa ji holê rakirina berjewendiyên di navbera hêzên serdest bi taybet Rûsya, Amerîka û Tirkiye.

Her wiha di axaftina xwe de diyar kir ku zêdebûna metirsiyên li ser herêmên me, bi taybetî ji aliyê dewleta Tirk ve, bi erêkirina navneteweyî ji dagirkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê, Girê-sipî û binpêkirinên li van herêman li dijî gel pêk tên. Di serî de jin û zarok, bêyî ku civaka navdewletî ti insiyatîveke ji bo rawestandina van binpêkirinên nakok ên mafên mirovan nîşan bide. Lêbelê, tecrubeya rêveberiya xweser dengek da cîhanê. Em gelên ku bi îradeya xwe karîbûn şoreşê pêk bînin û herêmên xwe ji terorîstê herî mezin ê cîhanê ku DAIŞ e biparêzin, ji ber vê yekê em ê li ser maseya danûstandinan bimînin ji bo çareseriya bingehin ji bo çareseriya Sûriyke nû.

Herwiha di çarçoveya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: Jina ku pêşengiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, îro di pêşengtiya van danûstandinan de di civînên navneteweyî de ye, 25’ê Mijdarê roja ku weke roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê hatiye ragihandin; Jinên me yên li Waşîntonê projeya neteweya demokratîk dan pêş.

Rejîm çiqas hewl bide danûstandinan paşde bixe û riswakirina-teşîrkirina Rêveberiya Xweser, îradeya malbatên şehîdan bike, wê rojek were ku bi van malbatan re danûstandinan bikin da ku çareseriyek ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk were danîn, ji ber ku ew projeya Teza biratiya gelan a Rêber Ocalan û ji bo parastina projeya xwe û projeya Rêbertî, em ê karibin Rêbertî ji tecrîda li ser bêhiqûqî rizgar bikin û di nava xwe de bijîn

.

 Remziye Mihemed her wiha got: Civîna salane ya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê a malbatên şehîdan di encama konferansa ku di civîna Meclîsa Giştî ya Jinan de hatiye lidarxistin. Malbatên şehîdan mînaka civakê û hêza exlaqî ya civakê ne. Û bandoreke mezin li ser xelkê heye, eger ne ji şehîd û malbatên şehîdan bûya, emê negihîştana vê qonaxa şoreşê û serkeftinan, û ev hemû destkeftên şoreşê nedihatin bidestxistin ji ber ku mîrateya xwîna şehîdan e.

Û wê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev qonaxa hesas û nazik ku tê de dijmin hewl dide destkeftiyên ku fêkiyê xwîna keç û kurên me ne piştî ku hemû rêbaz û hewldan di şerê xwe de li ser herêmê da  bikar di şerê taybet de xwest  têk bibe.

Ji ber vê yekê berpirsiyartiyên mezin dikeve ser milê me, zarokên me û şehîdên me yên vê berpirsiyartiyê dixin stûyê me. Me soz da wan û em her tim soza şopandina rêya wan didin da ku hêviyên wan ên azadiyê  em pêk bînin.

Berpirsiyartiya jin, dayik û hevjînên şehîdan bi taybet di meclîsên jinan de ji bo mezinkirina nifşan li ser şopa şehîdan zêdetir e.

Mîrasa şoreşê weke “Dayika Aqîde” a ku bersiva banga zarokên xwe da ku di şer de piştgiriyê bidin wan, “Dayika Emîne” ya ku bû hedefa dijmin û Dayika Hana ya ku heta gihiştin şehadetê teslîmî terorê nebû. .

 

Piştre rêzikname hatin xwendin, piştre rapora salekê ya meclîsê hate xwendin û li ser kar û xebatên Meclîsa Jinê ya di Saziya Malbatên Şehîdan de nîqaş hatin kirin.

 

 

 

Back to top button