ArşîvDîplomasî

Kongra star serdana rêxistina çand û Civak ya Xanzade kir

‏Şandeya Kongira Star serdana Rêxistina Çand û Civak ya Xanzade a Başûrê Kurdistanê kir ku ji  berdevka Kongra Star Lîman Şiweyş û endama desteya rêveber a nûneriya kongra srar  Slava Silêman û Dilvîn Ehmed pêk diht.

‏Şande ji aliyê rêvebera rêxistinê Lava Mihemed û berpirsa beşa projeyan di rêxistinê de Fîtik Kemal ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de behsa sîstema Kongra Star û mekanîzmaya rêxistinkirina jinan, rola sereke ya jinan di şoreşa 19’ê Tîrmehê de û bihêzkirina wê di hemû qadên siyasî, îdarî, dîplomasî û parastinê de hate kirin.

. Tekez li ser giringiya pêşxistina

‏peywendiyan bi saziyên civaka sivîl  û rêxistinên jinan re li ser asta giştî û bi taybetî li ser asta kurdistanê ji ber ku pirsgirêka jinan  li ku be jî yek e.

‏Ji aliyê xwe ve rêveberê rêxistina Xanzade diyar kir ku rêxistina wan ji destpêka damezrandina wan ve mijûlî parastina mafên jinan  bûye û ji bo bihêzkirina jinan di warên cuda de kar dike.

‏Her wiha her du aliyan tekezî li ser pêşxistin û xurtkirina peywendiyên di navbera Rêxistina Xanzad û Kongira Star û pêşxistina xebatên hevbeş ji bo xizmeta doza jinan.

‏Di dawiya serdanê de  hin dosyayên ku ji aliyê  Kongra Star ve hatibûn amedekirin  li ser sûcên dagirkeriya Tirk li dijî jinan li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê .

 

Back to top button