Arşîv

‘Girêdana jinê ya bi xwezayê re û hilberînên hêja’

 Fatma Abdurahman a ku girêdayî xwezayê ye û dibe sedema hilberînên hêja got xweza feyzê ji hewldana jinê digire û jin jî feyzê ji xwezayê digire.
Her sal di demsala biharê de jinên Wargeha Şehîd Rustem (Mexmûr) ji bo komkirina gihayên ku ji bo tenduristiyê gelekî baş e berê xwe didin zozanên Başûrê Kurdistanê. Jin û gelê Mexmûrê bêtir diçin zozanên Herêma Hacî Umran a Çumana Bajarê Hewlêrê. Zozanên Hacî Ûmran bilind e û deverek tûrîstîk e. Havînî jî hewayek wê ye gelek xweş heye û pincarên ku ji wir tê komkirin wekî derman jî mirov dikare bi kar bîne. Loma hem ji bo komkirina pincar hem jî ji bo gerê derek guncav e. Her wiha jina bi navê Fatma Abdurahman jî li Zozanên Hacî Ûmranê pincar dide hev û bi ahenga xwezayê re dibe yek.
Fatmayê da zanîn ku komkirina pincarê li Zozanên Hacî Ûmra zehmet e lê ew tevî hemû zehmetiyan xwe ji xwezayê dûr naxin û got:”Em saet di 11’ê şevê de derketin rê û heta sibehê em nû gihaştin cihê ku em ê pincar bi hev din. Dema ku em gihaştin cihê pincar me berê çaya xwe da ser û me taştiya xwe di nav xwezaya ku bêhna mirov vedike, kir. Serê sibehê saet di 6’an de me dest bi komkirina pincarê soryazê kir. Hîn berf li erdê bû. Hesreta salan me li ber ava berfê derbas kir. Em gelekî wesatiya bûn lê dema ku em derbasî zozanan bû me westandina xwe ji bîr kir. Zozanên memleketê me wekî bihuştê ye.”
‘Tevî balafirên şer li ser serê me digeriyan me pincarê xwe kom kir’
Fatmayê bi lêv kir ku tevî balafirên şer ên li ser serê wan digeriya wan pincarê xwe kom kirin û wiha domand:”Gelek cureyên pincar li zozanên Hacî Ûmran hebû. Pincarên wekî guhbizin, luşik, madik, soryaz û wekedinê hebûn. Çêkirin û xwarina soryazê û gelek pincarên din ji memleket dizanin. Berê em pincarê xwe dişon dawiyê jî em hûr dikin. Piştî em dişon em hinekî hişk dikin hinekî jî dixin nav avê û tirş dikin. Em wiha amade dikin. Ev pincar dikeve nav girarê jî. Ya hişk jî bi salan bimîne tiştek pê nayê. “
‘Pincarê ku em kom dikin wekî pincar jî tê bikaranîn’
Fatmayê anî ziman ku pincarê ku ew kom dikin wekî derman jî tê bikaranîn û got:”Ava soryazê bêtir ji bo derman tê vexwarin. Divê jinên Kurd her dem bi xwezayê re bibin yek. Çimkî xweza feyzê ji hewldana jinê digire û jin jî feyzê ji xwezayê digire. “
Back to top button